Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ajokar ji qaseya benzînê ku werdigrin nerazîne

28/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ajokar ji qaseya benzînê ku werdigrin nerazîne
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berpirsê xeta Hilêliyê û Kornîş û yek ji ajokarên erebeyên xeta Hilêliyê nerazîbûna xwe ji belavkirina benzînê her 10 rojan nîşan dan û gotin, “Em dixwazin benzîn û cihên rawestandina erebeyan vegere mîna berê.”

Li bajarê Qamişlo pirsgirêka rakirina nirxê erebeyên xetan her demekê derdikeve pêş, li gorî ajokaran ew e ku benzîna wan ji aliyê cihê peywendîdar tê kêmkirin û ew neçar dibin ku berê xwe bidin benzîna azad. Lewra bi serê xwe bey biryareke fermîn nirxên çûn û hatinê bilind dikin. Di heman demê de cihê guherina erebeyên xeta Hilêliyê û Kornîş nerazîbûn li cem ajokaran derxistiye pêş.

Derbarê guhertin û zêdekirina nirxên ajokarên xetên erebeyan li bajarê Qamişlo berpirsê erebeyên xeta Hilêliyê Heysem Temo, berpirsê xeta Kornîş Ednan Elî û yek ji ajokarên xeta Hilêliyê Seyf-Eldîn Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

Berpirsê erebeyên xeta Hilêliyê Heysem Temo diyar kir ku berê di destpêka her hefteyê de benzîn li ajokaran dihat belavkirin lê niha bûye her 10 rojan û wiha got: “Di destpêka her heftiyê de, her erebeyek 75 litir benzîn werdigirt û heqê wê benzînê 425 wereqe bû, lê niha bûye her 10 rojan, lê têra erebiyan nake. Lewra ajokar bêçare dibin ku berê xwe bidin benzîna azad, her literek benzîna azad jî bi 6 hezaran e û ev nirx buhaye. Daxwaza me ew e ku belavkirina benzînê û cihê rawestandina erebeyên xeta Hilêliyê vegere weke berê. Ji xwe niha her ajokarek li gorî xwe nirx werdigire, hin 2 hezar û 3 hezar û hin jê jî 4 hezar distînin, ev nirx jî bey biryareke fermî ye.”

Di heman demê de Berpirsê erebeyên xeta Kornîş Ednan Elî diyar kir ku ew jî mîna erebeyên xeta Hilêliyê her heftane 75 litr benzîn werdigirtin, lê niha bûye her 10 rojan û wiha got: “ Benzîna ku tê belavkirin, têra çend çûn û hatinan nake, lewra her ajokareke berê xwe dide cihê binzîna azad, lê ew jî di destê me dernakeve ku rojane benzîna azad bi nirxên buha bikirin, ji bo wê her ajokarekî heqdestê xwe li gorî xwe werdigire. Lê dema ku wergirtina benzînê veger weke berê wê heqê erebeyê jî veger mîna berê ku 2 hezar her serê şexsekî.”

Nerazîbûna hemû ajokaran ji bo belavkirina benzînê her 10 heye

Yek ji ajokarên xeta Hilêliyê Seyf-Eldîn Mihemed daxwaz ji cihê peywendîdar ên li ser sotemeniyê disekinin kir ku beznîna erebeyên xetan vegerînin weke berê û wiha got: “Em dixwazin benzîna me her heftiyê bê belavkirin, ji ber ku belavkirina her 10 rojan nerazîbûneke li cem hemû ajokaran derxistiye.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.