Mihemed Seydî
Dewleta Tirk a dagirker li ser ekranan bi riya zirneyên xwe gefa kuştinê li kurdan dixun û dibêjin divê Kurd werin kuştin. Ev gotina kuştina Kurdan bê hesab dibêjin û weke tenê ew li dunyayê bin û tişta ku bixwazin bibêjin û bikin dibînin. Serokê dewleta Tirk Erdogan jî banga kuştina Kurdan kir û ev axaftin piştî ku zêde zor lê bû bi dengekî bilind got.
Dema em bala xwe didin van daxuyaniyên rayedarên Tirk, dibînin ka çiqas li dîwaran qelibîne û ti riyeke din ji bilî vî rêbazî li pêşiya wan nemaye. Dewleta Tirk a xwest xwe li Sûriyê serkeftî nîşan bide û hema yekser serokê MÎT’ê Ibrahîm Kalan û wezîrê Karê derve yê Tirk Hakan Fîdan şand Şamê, niha bê deng in. Xuyaye hêzên Rojavayî yên plana xistina Rêjîma Şamê danîbûn, jêre gotin li cihê xwe rûnin. Lê wan gefa dagirkirina Kobanê jî xwarin û bi çeteyên Emşat û Hemzat êriş kirin, lê hêzên QSD’ê bi rêbazên nû derb li pêyî derbê li wan xistin. Di dîmenên çalakiyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de jî eşkere bû çawa çete direvin û moşek didin şopa wan. Tevî Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî eşkere kir ku ji bo şer li herêmê neqewime, ew bi niyeteke baş rê didin ku tirba Sultan Selîm vegerînin Qereqozak û dîsa Kobanê bibe herêmeke bê çek, lê dewleta Tirk xwe zêde gij kir û xwest Kobanê dagir bike. Lê Kobanê ya ku serî ji cêwiyê dewleta Tirk DAIŞ’ê re dananî, wê helbet ji Erdogan re jî daneyîne. Ji ber ji bo Kurdan qubleye û sembola kurd bûnê û niştîmanperweriyê ye.
Li aliyê din, QSD’ê bang li komên li herêmên dagirkirî yên weke Serê Kaniyê û Girê Spî jî kir da çekan deyînin û xwe radestî hêzên wan bikin û ew garatiyê didin kes dest nede wan an jî wê bibin qurbana siyaseta dewleta Tirk û li nav lingan herin. Li ser vê banga QSD’ê, agahî ji herêmên navborî hatin ku gelek kesên di nava komên ser bi dewleta Tirk de çek danîne û xwestine vegerin cih û warê xwe yê esasî, lê dewleta Tirk ew girtine û dixwaze pêşiyê li wan bigre û heta dawiyê van Sûriyan wekî çete ji bo xwe bi kar bîne.
Her wiha daxuyaniya QSD’ê ya ku ew amadene bibin beşek ji Artêşa Sûriyê ya pêşerojê, cilik ji bin lingên dewleta Tirk kişand. Çawa bi propagandaya ku QSD’ê dixwaze Sûriyê parçe bike xwest fitneyê di nava Kurd û Ereban de derbixe, bi mijara divê çek ji destê QSD’ê werin girtin û divê xwe radestî desthilata nû bikin jî xwest komên çekdar sor bike, rêveberiyê bi helwesta Sûriya ya hemû Sûriyan ne bersiv da dewleta Tirk û li vir jî bêdeng kir.
Vê carê dewleta Tirk ENKS’ê xist tevgerê û di demekê de Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî dixwaze wan bîne ser helwesteke netewî, serkirdeyekî vê komê yê bi navê Mihemedê Ismaîl derdikeve û dibêje ew qebûl nakin bibin beşek ji rêveberiya xweser ku li Reqayê û Hesekê ye û divê tenê di çend taxên Qamişlo de bimîne.
Li ser vê mijara ku ENKS’ê jî her dixwaze pê siyaset bike, ew jî komên bi navê Pêşmergeyên Rojin, Fermandarê QSD’ê bersiva wan jî bi riya rojnameya Şerq El-Ewset da û got ku ew ciwanên kurd ên Sûrî ne û ger bixwazin, bila vegerin û di dema pêş de di nava Artêşa Sûrî ya pêşerojê de cih bigrin.
Kurt û Kurmancî, her çiqasî dewleta Tirk hemû kartên xwe bi kar tîne da Rêvebariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê zeîf bike, bersiveke ne li bendê bû ji aliyê QSD’ê ve tê dayîn. Lewma rê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re vekirin da hîn zêde nekevin çiravê. Lê ew ê Rêber Apo çi bibêje her kes li bendê ye.