Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em bi hêvî ne ku wê sala 2025’an bibe sala aştî û aramiyê’

25/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Em bi hêvî ne ku wê sala 2025’an bibe sala aştî û aramiyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku sala 2024`an salekî zor û giran li ser wan derbas bû, lê ew di wê baweriyê de ne ku sala 2025 `an wê bibe sala aştî, demokrasî û aramiyê ji bo tevahiya gelên Sûriyê.

Di dawiya her salekê de û bi hatina cejnên zayîn û sersalê, bazarên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî balkêş çalak dibin, gelek cureyên xwarin û kel û pelan tê de têne firotin ku gel di wê rojê de sersala xwe bi şahî û kêfxweşiyê derbas dikin. Her wiha di vê salê de û berî mehekê ji cejne sersalê bazar têne xemilandin û dest bi kirîn û firotinê dibe. Bazara Qamişlo jî yek ji bazarên herî çalake di vê demê de, tevî ku hinek buhabûn li ser nirxê pêdiviyên sersalê çê dibe, lê welatiyên wê bi hatina van cejnan dilê xwe xweş dikin.

Mîna hemû cejnan, cejnên sersalê ji aliyê tevahiya pêkhateyan şahî pê tên, tê de welatî malên xwe dixemilînin û gelek cureyên xwarinê têne çêkirin û li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bazar di dawiya salê de çalak dibin.

Di şarşoveya pêşwazîkirina sersalê welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojnemeya me re axivîn.

‘Em bi hêviyên mezin dijîn’

Welatiyê bi navê Zekî Elî diyar kir ku ew bi hêviyên mezin jiyan dikin ku ew ê wekî kurd bê par nemînin, ew ê sersala 2024`an bikin tinekirina dujmin û êşê û wiha pê de çû: “Sala 2024`an salekî giran bû li ser hemî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku şer, pevçûn û di heman wextî de bilindkirina dollar bû. ji be rev hemî li ser gel bandor dike û ne rehetiyek di nava jiyanê de tê avakirin. Wek tê zanîn ku ev sal ne wekî salên borî bû, ev sal tevgera gel di nava pazaran de lawaze, diyare ku ew şahiya û kêfxweşî lawaz bûye, ji be rev pêvajoya ku niha li Sûriyê tê qewmandin. Tevlîheviyeke ne normal heye, bê guman tenê hêvî heya ku em wekî kurd bê par namînin, em ê sersala 2024`an bikin tinekirina dujmin û êşê, di heman demê de wê sala 2025`an bibe sala serkeftin û serfiraziyê.”

Zekî Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi hêvî ne ku derbaskirina sala 2024`anm derbaskirina hemû êş û azaran be, ku sala nû ji bo jiyanekî nû û bi aramî be.”

Tenê Azadî

Di heman demê de welatiyê bi navê Dilo Silêman axivî û wiha got: “Ev sal tevgera welatiyan pir kêm û lawaze, di salên borî de coşek hebû, beriya miha Berfanbarê bajêr û bazar dihatin xemlandin, lê îsal sarbûyenek heya. Her wiha em hemî dizanin ku ev sar bûyin jî bandora wê ji rewşa heyî ya li Sûriyê diqewime tê, di heman demê de keç û xortên me niha di çeperên şer de, ji şahî û pîrozbahiyê zêdetir piştgiriya hêzên xwe bikin û em li kêleka wan bin. Ji ber ku hêzên me yên YPG û YPJ hêvî û rûmeta me ne, baweriya me heye ku wê serkeftin ya gelê kurd be û emê di civakeke Demokiratîk bijîn, di heman wextî de ku hemî pêkhateyan komî ser hev bikin û bikin yek dest, ferq û cudahî di navbera ti kesî tune, di herî dawî de jî daxwaz û hêviyên me di sala 2025`an de tenê azadî ye.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.