Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi yekrêziyê em ê destkeftî û hebûna xwe biparêzin’

25/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Bi yekrêziyê em ê destkeftî û hebûna xwe biparêzin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew ê bi berxwedana li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî tevahiya planên dagikeran têk bibin û wiha gotin: “Pêwîste em yek dest û yek hêz bin, da ku xwe biparêzin û biserkevin”

13 salin êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Piştî rûxandina rêjîma Eseed di 8’ê Berfanbarê de û kontrolkirina HTŞ’ê ji beşek mezin ji xaka Sûriyê, êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişt asteke bilind. Dagirkeriya Tirk di rêya komên çete yên wekî Hemzat, Emşat û Ehrar Alşerqiyê dixwaze dîmografiya herêmê bughere û herêmê bi giştî dagir bike.

Weke tê zanîn parastin beşeke sereke di jiyanê de ye, da ku mirov karibe bi ewlehî jiyan bike, di mîna van rewşan de weke ku bûyerên cuda li herêmê diqewime, şerê gelê şoreşgerî pêwîste, bi pêşketina jiyanê hilbet awayên xweparestinê jî pêşdikeve, tevî êş û azarên ku li ser wan tên meşan din, lê hêmana bingihîn a jiyana wan parastin e.

Li ser bingeha parastina cewherî welatiyên bajarê Qamişlo li kêleka hêzên ewlekariyê taxên xwe diparêzin. Nobetê parastinê ji destpêka êvarî de dest pê dike û heta serê sibehê dewam dike.

Welatiyên Bajarê Qamişlo ku di parastina taxên xwe de cih digirin, ji rojnamewya me re axivîn.

Welatiya bi nave Hefîze Omer Hisên ku ji taxa Enteriyê ye ya bajarê Qamişlo diyar kir ku ji bo parastina ewlehiya taxên bajêr ew ê herdem li ser piyan bin û wiha domand: “Me xwest ku em jî parçeyek bin di parastina xak û rûmeta xwe de, em piştgiriya hêzên xwe bikin yên ku niha di xetên şer de ne li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk. Bi xweparastinê em ê xebatên şoreşa xwe û destkeftiyên wê biparêzin. Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cuda êrişî kurdan û destkeftiyên şoreşê dike da ku hegemoniya xwe berfireh bike.”

‘Bi Parastinê em ê jiyaneke bi ewle ava bikin’

Hefîze Hisên wiha domand: “Di jiyanê de tiştên herî sereke parastine, parastina welat erkeke  dikeve ser milê her miorvekî de. Di vê demê de gereke tevahî welatî seferber bin, ji ber ku em şerekî hebûnê û tunebûnê jiyan dikin, her kesên derdora me dixwazin gelê kurd qir bikin, bi parastinê em ê karibin jiyaneke bi ewle ava bikin. Wekî welatiyên taxa Enteriyê, em her êvar ji seet 12 heta 5 sibehê parastina taxa xwe dikin. Xweparastin erkek bingehîn e, bi hevgirtin û yekbûnê em ê li gel hêzên xwe bin.”

‘Bi hevgirtinê serkeftin wê ya me be’

Hefîze Omer Hisên di dawî de tekez kir ku dewleta Tirk û alîgirên wê, tucarî wê îradeya gelekî ku şerê gelê şoeşgerî ji xwe re esas girtiye neşkînin û wiha got: “Em ê li kolanan xwe û welatê xwe biparêzin, em ê nehêlin dijmin tevliheviyan çêbike, her dem em ê li hember pilanên wan bisekinin. Ez şervanên azadiyê, hêzên me ku ji destpêka şoreşê heta niha detkftiiyên mezin bidestxistine, û bi saya wan bi ewlehî em jiyan dikin; silav dikim û em ji wan re dibêjin ku em ê her dem piştgiriyê wan bin, bi hevgirtinê wê serkeftin ya me be.”

‘Divê gel di nava seferberiyê de bin’   

Di heman çarçoveyê de welatiyê bi navê Nîzam El-Dîn Elî diyar kir ku divê her dem em şiyar bin, da ku jiyana zarokên me bi ewle be û wiha pê de çû:” Pêşîniyara me ku em parastina kolan û taxên xwe bikin, da ku em destekdayînê bidin hêzên cewherî û hêzên QSD, ez ji tevahî gel û pêkhateyên xwe dixwazim ku ew jî bikevin nava seferberiyê, ji ber ku rewşa gelê me yê kurd pir zehmet û hesase, cîhan tevahî pilanan li dijî me xêz dikin, bi hev re em van pilanan têk bibin û mafê xwe bidest bixin.”

Nîzam El-Dîn Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Em pir kêfxweş dibin dema ku em dibin beşek di parastina xaka xwe de, ev cihê serbilindahiyê ye ku gel bi hev re parastina xwe û welatê xwe bike, divê em yek dest bin, yek hêz bin, da ku êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê vala derxînin.”

Post Views: 142
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.