Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM; Ji karê keda xwêdanê heyanî pênûsê hembêz dike

25/12/2024
in POLÎTÎKA
A A
TEV-DEM; Ji karê keda xwêdanê heyanî pênûsê hembêz dike
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

TEV-DEM’ê di nava salekê de gelek xebatên pîroz da meşandin, ji bo parastina çand û nirxên şoreşa 19’ê Tîrmehê berpirsyartî girt ser milê xwe û bi erkê xw rabû. Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed diyar kir ku pêwîste ew xwedî civakeke rêxistinkirî û demokratîk bin û got, “Bi hêviya ev sal bibe sala serkeftin û rêzgarkirina herêma me ji dagirkeran.”

Ji bo rawestana li himber astengî û metirsiyên ku civak ji aliyê modernetiya kapîtalîst û netew-dewletê ve rû bir û dima, pêdivîyeke mezin bi rêxistineke ku beşên civakê zane û birêxistin bike hebû. Dewlet li ser bingehê avakirina keriyên bê çare dixebitin, lewra pêwîtî hebû ku rêxistineke ferdê têgihiştî yê rêxistinkirî ku maf û erkên xwe li himber xwe û civaka xwe dinase hebû, ev ferdê jî xwe dispêre demoqrasî, azadî û wekheviyê, li ser vê bingehê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê di 3 Tîrmeha 2011’an de hate avakirin. TEV-DEM’ê pêwîstiyeke dîrokî û hemdemî bû, bi rola avakerê şoreşa 19’ê Tîrmehê rabûye.

TEV-DEM yek ji hêzên sereke li  Sûriyê ye

Damezirandina TEV-DEM’ê di asta bersiveke xurt li ser hemî hewildanên peydakirina cudabûnê di nava civakê de bû. Tevgera Civaka Demokratîk ji bo pêkanîna avakirina civakeke exlaqî- siyasî û ekolojîk xebat kiriye û di têkoşîna xwe de, azadiya jin bingeh girtiye. TEV-DEM’ê di konfedraliya rêxistinên civaka demokratîk de serekey e, herwiha di têkoşîna xwe de pirensîpa jiyana hevbeş û wekhev di navbera hemû çand, gel û baweriyên olî de, bingeh girtiye. Rola TEV-DEM’ê ne tenê di çarçoveya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de maye, lê di heman demê de bû hêzeke sereke û girîngî di tevahî Sûriyê de.

TEV-DEM’ê kevirê bingehîn di damezirandina Rêveberiya Xweser de ye

TEV-DEM’ê li ser yekkirina helwestên siyasî yên hêzên kurdî, bi rêya têkiliyên berdewam ên bi hêz û beşên civakî re li ser yekkirina refên hêzên civakî û siyasî di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebitiye û ji bo vê yekê çi li ser asta hundirîn be û çi jî li ser asta derve be, çend peyman li dar xistiye. TEV-DEM’ê bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re, xwedî roleke pêşeng û aktîv bû, di rêxistinkirin û pêşengtiya şoreşê de û beşdariyeke rastteqîne di avakirina pirojeya Rêveberiya Xweser ya demokratîk de li Sûriyê xebat kiriye. Herwiha TEV-DEM’ê pirên hevgihîna di navbera hemû pêkhateyên civakî, çandî, eşîrtî û siyasî de ava kiriye û bi vî rengî rewşa rêxistinî di nava projeya Rêveberiya Xweser de, xurt kiriye. TEV-DEM’ê bi rêya avakirina komîn, meclis û malên gel ve li ser kontrolkirina rewşa ewlehî û xizmetguzarî di herêmê de tevgeriya ye û kevirê bingehîn di damezirandina Rêveberiya Xweser de ye. Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê doza azadiya jin, dozeke bingehînin yên ku civak êşa wan dikşîne dibîne, lewra ji avabûnê û heta roja îro roleke li pêş ya jinê girtiye nava xwe, herwiha xwedî roleke giringbû di pêşxistin û bicîkirina pirensîpê Sîstema Hevserokatiyê di komîn û meclisan de.

TEV-DEM girîngiyê dide rêxistina civakê

Tevgera Civaka Demokratîk ji bo avakirina civakeke demokratîk, girîngiyeke mezin dide rola ciwanan, lewra piştgiriya rêxistin û yekîtîyên ciwanan dike. Herwiha ji ber ku hişmendî û rêxistinbûna çandî, demokratîk û civakî yekane rêya avakirina civakeke xwedî nirxên exlaqî- siyasî ye, lewra TEV-DEM’ê giraniyê dide rêxistinkirina hemû pêkhate û beşên civakê, bi rêya yekîtî, rêxistin, ode û meclisên ku nûnertiya beşên herî mezin ên civakî dikin, di heman demê de bi rêya akademiyan, endaman perwerde dike û wan ji milê fikrî û pîşeyî de pêş dixe.

Kar û xebatên TEV-DEM’ê

Tevgera Civaka Demokratîk têkoşîna ji bo bidestxistina jiyaneke azad û birûmet a komên civakê, bi destxistina pêşketina civakî, aborî û bilindkirina karîgeriya hilberînê li gel piştgiriya bîrdoziya demokratîk, exlaqî û siyasî, parastina maf û azadiyan armanc dike ew jî bi rêya:

-Pêşxistina hevgirtin û hevhimbêzkirin a di navbera pêkhateyên civakê û çandên wan yên cihêreng de, weke bingeh ji bo têkoşîna xwe digire dest.

-Garantîkirin û parastina azadiya jinan û parastina mafên wan di hemû warên jiyanê de.

-Piştgirî û pêşxistina rola ciwanan di civakê de û ji têkoşîna wan a demokratîk re, piştgirî ji plan û projeyên wan re.

-Pêşxistin û parastina azadiya mafên rêxistinên civaka demokratîk û piştgiriya wan bi hemû rêbazên rewa.

-Hewldan ji bo garantîkirina mafê kar, afirandina derfetên wekhev û pêşdebirina navgînên hilberîna civakê û pêşxistina wê bi riya perwerdeya pîşeyî û akademîk.

-Di nava komên civakê de zanekirina bi têgeha edalet û wekheviyê û di çarçoveya konfedraliya rêxistinên civaka demokratîk de ronîkirina rola wê di xizmeta berjewendiyên giştî de û pêwîstiya bi destxistina dadmendiya civakî ve.

-Piştgiriya veguherîna demokratîk.

-Beşdarbûna di standina biryarên di xizmeta civakê de.

-Xebat ji bo hevgirtin û hemahengiya di navbera rêxistinên civaka demokratîk de û ji aliyekî din ve jî di navbera endamên wan rêxistinan de.

-Xebat ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêyên aştiyane.

-Xurtkirina girêdanên biratî, hevkarî û yekîtiyê di nava rêxistinên civaka demokratîk de.

-Hevkariya bi rêxistinên civaka demokratîk û yekîtîyên herêmî û navneteweyî re.

-Têkoşîn ji bo vegera koçber û penaberan li mal û warên xwe.

-Pêşxistina proje û komeleyên aborî yên civakî.

-Parastina mafên zarok, kesên bi temen mezin û kesên xwedî pêdiviyên taybet.

-Belavkirina çanda jîngehê di civakê de û piştgirî û pêşxistina pirojeyên ku parastina wê dikin.

Li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 yekîtî, meclis û rêxistinên girêdayî TEV-DEM’ê ne, herwiha li her kanton û bajarekî li gorî pêwîstiya wê, yekîtî lê hatine avakirin.

Navê yekîtî, meclis û rêxistinan jî wiha ne:

-Yekîtiya Kedkaran.

-Yekîtiya Endizyaran.

– Yekîtiya Ajokaran.

– Yekîtiya Bijîşkan.

– Yekîtiya Bijîşkên Diranan.

-Yekîtiya Dermansazan.

-Yekîtiya Pîşeyên Tenduristiyê.

-Yekîtiya Pîymankaran.

-Yekîtiya Mamostan.

-Yekîtiya Rewşenbîran.

-Yekîtiya Parêzeran.

-Yekîtiya Wênekêşên fotografî ya Sûrî.

-Yekîtiya Odeyên Pêşesazî.

-Yekîtiya Odeyên Bazirganî.

-Yekîtiya esnafan.

-Yekîtiya Cotkaran.

-Yekîtiya Endezyarên Çandiniyê.

-Rêxistina Rojava.

-Rêxistina Mafên Mirovan.

-Mala Êzdiyan.

-Meclisa Ermeniyan.

Ofîsên ku di nava Tevgera Civaka Demokratîk de cih digirin wiha ne:

Ofîsa Jin, Ofîsa Têkiliyên Diplomasî, Ofîsa Hiqûqî, Ofîsa Erşîf û Ragihandinê, Ofîsa Rêxistinî, Ofîsa Ciwanan, Ofîsa Perwerdekirin û Hişyarkirinê, Ofîsa Darayî û Ofîsa Lêkolîn û Projeyan, herwiha dibe ku li gorî pêwistî û pêdiviyên xebatê dibe ofîsên nû vebin.

TEV-DEM’ê di nava salekê de zêdeyî 50 civîn, semîner, daxuyanî û pîrozbahî li dar xistiye.

Derbarê Kar û xebatê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê yê sala 2024’an, Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Remziya Mihemed diyar kir ku TEV-DEM’ê hemû beşên civakê digire nava xwe û wiha got: “TEV-DEM’ê ji meha despêka sala 2024’an heya meha Tebaxê amadekariyên kongrê xwe yê 5’emîn dikir. Di reşnivîsa rêziknameya TEV-DEM’ê de guhertinên pêwîstin ên di hin xalan de, li gorî salên derbasbûyî û pêş, di kongrê de hatin erêkirin. Di heman demê de ji bo derbasbûna di hundir kongrê de, amadekariyên xurt bi lidarxistina civînan û rêxistinkirina yekîtiyan di hundir kantonan de hate kirin. Ji xwe biryara herî girîng di kongrê de ew e ku xebatê bi salane li ser bingeha wê bê meşandin, pêşxistina pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di vê pêngavê de taybet wekî parêzer di milê hiqûqî de karibin parezvanê Rêber Apo bin. Herwiha yekîtiya parêzerên TEV-DEM’ê, di endamitiya Insyatîva Azadiya Rêber Apo de cihê digrin û tevlî hemû çalakiyên di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibin.”

‘Wê di demên pêş Meclisa Jin bê avakirin’

Remziya Mihemed da eşkerekirin ku wê di demsala Buharê de Meclisa Jin bê damezrandin û wiha got: “Di nava xebatên TEV-DEM’ê de, li hin cihên ku jin ji bo avakirina sîstema hevserokatî, li gor projeya Neteweya Demokratîk temam bibe, li ser tê seknandin. Ji bo avakirina xurtiyekê di yekîtiyan de hîn bêtir li pêş bixînin, pêwîste herdû nerîn derkevin pêş, di vî alî de lewazî hebû, lê dem bi dem ev yek tê derbaskirin.  Li gor Hevpeymana Civakî ji bo ku em xwe birêxistin bikin, da ku nerîneke xurt di aliyê tevgera jin de bê derxistin, pêwîste ofîs û hevserokên jin ên Civaka Demoratîk xwe wekî Meclis bidin avakirin, ev biryarê kongrê ye, niha jî li ser bingehê wê amadekarî tên kirin û li gorî biryarê di demsala Buharê bê lidarxistin. Di nava xebatên me de jî ya girîng ew e ku hêza ciwanan xurt bikin. Herwiha ji bo em têkiliyên xwe yên diplomasî li pêş bixin di hundir û derveyî welat de, gelek têkilî hatin kirin, da ku projeya Neteweya Demoratîk li her deverê bê belavkirin. Di salên çûyî damezrandina kongra konfedraliya rêxistinên civaka demokratîk hat lidarxistin, TEV-DEM’ê endamê wê bingehîne ji sedî 60 cihê xwe di nav digire, xurkirina vê konfedraliyê jî biryarê kongirê ye.”

‘TEV-DEM’ê hemû beşên civakê dihewîne’

Remziya Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste yekîtiya kurdî bê avakirin û wiha got: “Gelek pisgirêkên ku navxweyî tên jiyankirin. Ji bo lidarxistina kongrekî navnetewî kurdî ku yekîtiya kurdan bike, em weke TEV-DEM’ê endamê wê sereke ne, armanca wê ew e ku bi yek deng û hêzê li hemberî êriş û gefên ku li ser me tên meşandin, bisekinin. Ji bo proja Neteweya Demoratîk birêve bibin û pêş bixin, pêwîste yekîtiya kurdî bê avakirin, ji bo wê em TEV-DEM’ê endamê sereke ji bo hazirkirin kongrekî li Rojavayê Kurdistanê ye. Em xwe berpirsyar dibînin ji bo avakirina mala kurdî, ji ber rêxistinbûyîn di hundir civakê de ava nebe, wê partiyên siyasî nikaribin gavên xurt bavêjin, ev jî biryarê kongrê bû. TEV-DEM’ê di tevahî meclisan de cih digirin, ji ber hemû beşên civakê di nav xwe dihewîne û wê girêdana civakê bi riya meclisan be, di heman demê hemû çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, bi xurtî cihê xwe di nav de digire. Xebatên rêxistinî ji bo ku biserbikevin, yek ji xalên sereke sîstema perwerdê ye, lewra di vê salê de Akadimiya Civaka Demoratîk 3 dewreyên xwe yên girtî derbirin.”

‘Herêmên xwe ji dagirkeriyê rêzgar bikin’

Remziya Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Her xebatek bê meşandin wê astengî li pêşiya wê hebin, ji ber şerekî taybet û êrişên li ser me tên kirin, dixwazin bibin kelem li pêşberî xebatên me, lê em dema rêxistina xwe pêk bînin wê hemû astengî rabin. Bi giştî li ser vê bingehê xebatên TEV-DEM’ê di vê sale de hatine meşandin û bi hêviya salên pêşiya me salên serkeftî ji bo tevahî gelê Rojava bin û herêmên xwe ji dagirkeriyê rêzgar bikin.”

Post Views: 127
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.