Amara Baran/Qamişlo
Fermandara YPJ’ê Viyan Soran diyar kir ku ew bi rihê berxwedana Kobanê, li bendava Tişrînê li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi îradeyeke xurt têkoşînê dikin û li ber xwe didin.
Di bendava Tişrînê de bi pêşengtiya şervanên YPJ’ê berxwedaniyeke bêhempa li hemberê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê tê meşandin. Di vê çarçoveyê de fermandara YPJ ‘ê Viyan Soran ji rojnameya me re axivî.
‘ YPJ Bi îradeyek xurt di çeperan de li ber xwe dide’
Viyan Soran di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Çawa di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî bajarê Kobanê kir bi berxwedaniya YPJ’ê ew êrîş hatin şikandin. Îro jî şervanên YPJ’ê bi rihê Kobanê li hemberê êrîşên dewleta tirk yên hovane di çeperan de liberxwe didin. Ev jî li giştî cîhanê da isbatkirin ku YPJ’ê bi kîjan rihê li hemberê dewleta tirk û çeteyên wê şer dike. Îro bi pêşengtiya YPJ’ê berxwedaniyekî bêhempa û bi îradeyeke xurt li bendava Tişrînê û qereqozaxê berxwedanî tê meşandin. Dewleta tirk ew teknîka ku pir pê bawere û pişta xwe pê rastkiriye ku hertim li ser çapemeniyê bang dike û dibêje ” emê dagirkeriya tirk û çeteyên wê hemûyan li bendava tişrîn û qaraqozaxê tune bikin wek ku YPG, YPJ û QSD’ê diyarkirin,” ji bo wê jî 14 rojin bê navber êrîşên xwe didomîne, herçiqas hewil bide me tune jî bike û bi teknîka xwe ya herê pêşketî jî êrîş bike, YPJ ‘ê bi berxwedaniya xwe teknîka wê vala derxistiye. Dewleta tirk baş dizane ku cihê ku YPJ’ê têde şer bike û liberxwe bide nikare dagirbike. ”
‘Dewleta Tirk bi propagandayên şerê taybet dixwaze me bê îrade bike’
Viyan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di şer de têk çuye, ji ber wê serî li rêbazên şerê taybet dide da ku îradeya şervanan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne û wiha domand: “Dagirkerî bi propagandayên şerê taybet rojane li ser malper û çapameniya xwe bang dikin û dibêjin ku me bendava tişrînê girtiyê bi vî, rêbazî dixwazin tirsekî bidin avakirin. Lê berxwedaniya YPG, YPJ û QSD’ê propagandayên wan yên şerê taybet vala derxist û êrîşên wan şikand. Pêwîste gelê me ji hêza xwe bawerbe û destekê bide şervanan û li hemberê wan derew û rêbazên şerê taybet hişyarbe û nekeve xefika dewleta tirk.
‘Rihê YPJ’ê rihê Kobanê ye’
Viyan anî ziman ku rihê YPJ’ê rihê Kobanêye û wiha pê de çû: “Li kuderê dibe bila bibe em ê hertim bi vî rihê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê têk bibin. Dewleta tirk dixwaze bi rêbazên xwe yên qirêj berxwedaniya ku li bendava tişrînê tê meşandin têk bibe. Me soz daye gelê xwe em nahêlên ku dewleta tirk bi awayek rihet derbasê axa me ya pîroz bibe. Em wek YPJ’ê bi silogana jin jiyan azadî ya ku li giştî cihanê berbelav bûye didin nîşandin ku çi êrîş ser me de were bila were emê ji hemû êrîşan re bibin bersiv û dewleta tirk nikare rihê me yên ku em dixwazin xwe bigîhînin azadiyê û têkoşîna ku em ji bo azadiyê didin meşandin têk bibin. Ne tenê dewleta tirk çi dewletên navnetewî bin yên ku bixwazin vî rihî bigrin û bifetisînin, emê bi pêşengtiya YPJ’ê vî rihî ji cihanê re bidin nişandan.”
‘Rol û misyona jin di şoreşan de girînge’
Viyan wiha domand: “Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jina kurd û tevahî jinên cîhanê yên ku bi salane di hundirê xwe de îsyan komkiribûn bi pêşketina şoreşê re û bi avabûna YPJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek volqanekî teqand. Bi berxwedanî û rihê YPJ ‘ê yên ku di sala 2014’an de derket wê demê giştî jinên cîhanê dît ku em wek jin dikarin heta dawiyê berxwedanî bikin. Bi pêşengtiya YPJ’ê jin hin zêdetir bi xwe hesiya û hemû netew di nav xwede hewand bi taybet di nav YPJ ‘ê de ji netewên cûda cûda mirov hene û bi yek rihê li kêleka YPJ di çeperan de şer dikin û berxwedanî dikin, ev jî bandora rihê 2014’an yê ku li Kobanê hat meşandin û heta roja meya îro jî ew rih dimeşe û bandora xwe li giştî cîhanê dike, YPJ’ê da nîşandan ku rol û misyona jin di şoreşan de çiqas bi bandore û jin çiqas dikare pêşengtî bike.
‘Bi pêşengtiya jinê êrîş hatin şikandin’
Fermandara YPJ’ê Viyan Soran axaftina xwe wiha qedand: “Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat êrîşên ku têne meşandin bi pêşengtiya jinê hatine şikandin li rojavayê kurdistanê de hat somutkirin cihên ku hatina dagirkirin de gelek jinan xwe avêt hembêza YPJ ‘ê ku wan rizgar bike. Jin bere de di nav lêgerînan de ye tu carî ji xwere bindestî qebûl nekiriye bi derketina YPJ’ê re jinê hêza xwe dît û li hemberê desthilatdariyê şerkir. Taybet li bakur û rojhilatê sûriye yê ji netewên kurd ereb suryan û çerkez di çeperan de bi yek rihî bê teredut berxwedanî dikin. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku diwî berxwedaniyê de li kêleka şervanên YPG û YPJ bin û xwedî li axa xwe û welatê xwe derkevin û nekevin bin bandora polîtikayên şerê taybet yên dewleta tirk a dagirker.”