Dîlan Mulhim/ Qamişlo
Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker rojane gef û êrişan li ser herêmê dikê. Dixwaze ku herêmê bi giştî dagirbike, herwiha gelên me li pişta hêza Suriya Demukratîkên û wê nehêlin ku dewleta Tirk di êrişên xwe de bi serbikeve.
Piştî hilweşandina rêjîma baas û kontirolkirina beşekî mezin ji suriyê ji aliyê ratêşa HTŞ’ ê ve gelek guhertin û veguhertin li tevahiya Suriyê çêbûn. Herwiha dewleta Tirk a dagirker ji vê rewşê sûd girt û rojane gef û êrîşan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê dike. Di heman demê de dixwaze ku xeyalên xwe yên Osmaniyan vejîn bike.
Di derbarê êrişên dewleta Tirk û piştgiriya gelê kurd ji hêza Suriya Demokratîk re berdevka Kongira Star Ibtîsam Hisên û berpirsê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistan Ehmed ibrahîm ji rojnameya me re axivîn.
‘Armanca dewleta Tirk vejînkirina dewleta osmaniyan ne’
Ibtîsam Hisên da zanîn ku ev sed sale dewleta Tirk a dagirker dixwaza axa Rojavayê Kurdistanê dagirbike û wiha got: ” Dewleta Tirk dixwaze herêmê bi giştî bikê bin destê xwe û xeyalên xwe yên vejînkirina dewleta osmaniyan bi dest bixe. Herwiha li hemberî van êrişan hêzên Suriya Demokratîk QSD ê bi hemû hêza xwe berxwedaneke bêhempa û bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê roja îro dinivîsin û nahêle planên dewleta Tirk a dagirker pêk werin. Di heman demê de piştî hilweşandina rêjîma baas dewleta Tirk dixwaze ku ji vê valahiya ku çêbû sûdê werbigre û tevlî ku agirbes jî hatiye ragihandin, lê dewleta Tirk a faşist bi awayekî hovane û bi rêbazên herî qirêj bi şerê taybet êriş dike.”
‘Em hemû QSD’ ê ne’
Ibtîsam Hisên got ku dewleta Tirk a dagiker di riya şerê taybet re agahiyên nerast belav dike û wiha got: ” Dewleta Tirk a dagiker rojane agahiyên nerast ji gelê herêmê re radigihînê û diwaze ku derûniya gel xira bike. Herwiha di êrişên li ser bendava tişrînê dixwaze ku careka din bajarê Kobanê dagir bike. Kobanê ya ku di sala 2014‘an bi pêşengiya Şehîd Arîn Mîrkan û ciwanên YPG û YPJ’ ê çeteyên DAIŞ’ê hat hilweşandin û bibinket û dixwaz careka din îro wê plana xwe pêk bîne. Di heman demê de bi berxwedan û têkoşîneke bêhempa ya ku ji aliyê hêzên QSD’ê ve tê meşandin û li hemberî wê rojane derbên giran dixun. Em bi giştî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê QSD’ ê ne û em ê li pişta hêza xwe bin û bi hevre em ê planên dewleta Tirk a dagirker hilweşînin.”
‘Êrişên dagirkeriya tirk wê nikaribin vîna gelê Kurd têkbibe.’
Ehmed Ibrahîm anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê nikare vîna gelê kurd têk bibe û wiha got: ” Gelên herêmê û bi taybet jî gelê kurd wê li hemberî êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê liberxwebidin û axa xwe biparêzin. Herwiha emê li pişt hêza Suriya Demokratîk bin û heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li kêleka şervanên xwe yên azadiyê bin û teqez emê biser bikevin.
Di vê dema dîrokî û xeternak de tişta ku ji gelê kurd tê xwestin bi Rêveberî û hêza xwe re bin û destkeftiyên xwe biparêzin .
‘Serkeftina QSD’ê serkeftina gelê kurd e’
Ehmed Ibrahîm axftina xwe wiha bi dawî kir: ” Ji bo piştgirya hêza xwe hêza Suriya Demokratîk em nameya destek û sekna li cem hêza xwe rêdikin. Em weke ciwanên kurd amedene ku tevlî hêza xwe bibin û ji ciwanên me yên kurd jî tê xwestin ku tevlî hêza Suriya Demokratîk bibin. Herwiha Hêza Suriya Demokratîk destkeftiyên ku pêkhatine biparêzin her tim di nava têkoşîn û amedekariyê de bin. Di heman demê de ciwanên me yên kurd wefedarin û di kîjan kêliyê de dema ku hate xwestin ji bona parastina xaka xwe amedebin û bi rihekî şoreşgerî di eniyên şer û berxwedanê de cihê xwe bigrin. Em ji bo hêza xwe dibêjin heta ku dayîkên şehîdan hebin, qet coş û hêza me nayê şiknandin. Banga min ewe ku hemû ciwanên kurd tevlî QSD’ ê, YPG û YPJ’ê bibin.