Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîste mafên gelê kurd di destûra Sûriyê ya nû de parastî be’

22/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Pêwîste mafên gelê kurd di destûra Sûriyê ya nû de parastî be’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim / Qamişlo

Endama Mala Jin Nîzam Hisên diyar kir ku pêwîste di hikumeta Sûriyê ya nû û di destûra ku wê were dayîn mafên gelê kurd û mafê jinan parastî be.

Piştî ketina rêjîma Bass ê û kontirolkirina beşekî ji axa Sûriyê ji aliyê HTŞ’ê ve gelek guhertin li tevaliya Sûriyê çêbûn. Dema ku HTŞ’ê derbasî bajarên Sûriyê yên wekî Şam, Heleb, Humis û Lazqiyê bûn amê bûn bi hişmendiya paşverû nêzî gelên Sûriyê bi giştî û jinan bi taybet bûn.

Di derbarê mijarê endama Mala Jin Nîzam Xelîl û ji rojnameya me re axivî.

‘Pêwîste mafê kurdan di Sûriya nû de were qebûlkirin’

Nîzam Xelîl di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dema ku HTŞ’ê derbasî bajarê Şamê bû bi hişmediya paşverû nêzî welatiyan bû. Dema ku hikumeta nû ya Sûriyê mafê kurdan û tevahiya gelên din biparêze, helbet wê gel ji vê hikumetê razîbe,  dema ku gelê Sûriyê bi giştî ji hikumeta nû razîbe wê gelê kurd jî jê razîbin. Pêwîste hêzên cîhanê mafên kurdan qebûl bikin, ji ber ku gelê kurd berxwedaniyeke mezin kirine û bi hezarê şehîdan ji bo parastina axa Rojavayê Kurdistanê dane. Di heman demê de gelê kurd beşek ji axa Sûriyê ne û bi hezarê salan li ser vê axê jiyan dikin. Lê dema ku hikumeta Sûriyê ya nû mafê kurdan qebûl neke, wê demê em jî  vê hikumetê qebûl nakin. Em gelên herma Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta dawiyê dikarin li ber xwe bidin û li ser piyabin. Wekî ku jinan pêşengiya şoreşa Rojava kirin, niha jî dikarin berxwedaniyek bêhempa bikin.

‘Divê di Sûriya nû de mafê jinan neyê paşguhkirin’

Nîzam Xelîl da zanîn ku pêwîste hikumeta Sûriyê ya nû mafê jinan di destûrê de biparêze û wiha şîrovekir: ” Dema ku hikumeta Sûriyê ya nû jinan weke kole bibîne û siyaseta inkarkirina jinan dewam bike, wê ji jî li ber xwe bidin û li hember bêdeng nemînin. Divê mafê jinê jî weke mafê zilam be, ji ber ku jinê di her aliyê jiyanê de xwe xuyanî kirin û jin nîvê civakê û nîvê din xwedî dike. Jinê gelek berxwedanî kiriye, çima wê bê maf dihêlin.”

Endame Mala Jin Nîzam Hisên axftina xwe wiha bi dawî kir: ” Daxwaze me ew ku di Sûriya nû de mafê gelê kurd û bi taybet mafê jinan were qebûlkirin. Ji ber ku gelê kurd bi hezarê şehîdan dane li ber axa xwe û heta roja îro gelê kurd berxwedanî û têkoşînê li hemberî dijmin dikin.”

Post Views: 129
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.