Ayşa Silêman/ Qamişlo
Wênesaza jin Malva Cûma diyar kir ku ew û wênesaziyê bi hev re mezin bûne, wênesazî ji bo wê cîhaneke cûdaye ji ber ku aramî û dilxweşiyê dide kesayeta wê.
Malva Cûma di 27’ê Mijdara sala 2004’an de li bajarê Qamişlo jidayîk bûye, zarokatî û xwendina xwe li bajarê Qamişlo derbas kiriye. Niha jî li zanîngeha Qurtûba beşê darayî dixwîne. Ji sala 2019’an ve tevlî navenda Malva ya Hunerê bû û li wir dest bi naskirina xetên zirav yê wênesaziyê kir û ew navend bû mala wê ya duyemîn.
Di derbarê jiyan û astengiyên ku rastî wênesaza jin Malva Cûma hatine ji Rojnameya me re axivî.
Kurtejiyana Malva Cûma
Malva Cûma da zanîn ku ew û wênesazî bi hev re mezin bûne û wiha got: “Hezkirina min ji wênesaziyê re ji zarokatiyê dest pêkir, her cara ku min tablo xêz dikirin malbata min destek û moral dida min ku ez bi kelecaneke xurtir xêz bikim. Ev yek kesayeta min xurt kir ku ez vê riyê berdewam bikin. Hertim di dibistanê de jî mamosteyên min ji min re digotin ku wêneyên te cûda ne û vê yekê hêviyek nû bi min re avadikir. Di sala 2019’an de ez tevlî navenda Malva ya Hunerê bûm, min zêde nedikarî herim ji ber xwendina min a zanîngehê hebû, lê tevî vê yekê jî min hewil dida tevlî bibim. Li wir astên wênesaziyê hene, heya asta dawî bawernameyê werdigre, lê ji ber ku xwendina min hebû hîn min bawername negirtiye. Di navenda Malva de ne tenê wênesazî heye, di heman demê de ofîs, stodiyo û şevbuhêrik jî li wir hene. Ji ber vê yekê rehetiya ku me li wir didît weke ku me li mala xwe ne. Destpêkê min bê armanc wêne xêzdikirin û ez tevlî tu festîvalan jî nedibûm, lê bi demê re min hîs kir ku mirov bi riya tabloyên xwe re dikare gelek peyaman bighîne derdorê. Êdî piştî wê min biryar da ku ez di demên pêş de tabloyên xwe rengê kurdîtiyê bidim pêş. Ji tevlî wênexêziyê ez tevlî girûpekî bûm me nivîsên wêjeyî û pesindanê dinivîsandin. Di heman demê de li akademiya Edvans jî min zarok fêrî wênexêziyê dikirin, lê ev yek gelekî berdewam nekir ji ber ku ev nanendeke havînî bû dema dibistan vebûn bidawî bû.”
‘Ji bo her tiştî ked pêwîste’
wênesaza jin Malva Cûma axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Destpêka ku ez tevlî navenda Malva ya Hunerê bûn, ez gelekî bi nakok bûm min li derdora xwe li tabloyan dinêrî min zehmetiyek didît, ku çawa ez ê wek van tabloyan çêbikin. Lê bi demê re gav bi gav min karî ez vê yekê derbas bikin û gavên pêşde bavêjim. Li wir destpêkê ez fêrbûm bi risas xêzbikim paşê bi rengan niha jî bi fehmê wêneyan xêz dikim. Her tabloyek bi hêsanî nayê çêkirin kedeke mezin ji mirov tê xwestin, lê dema mirov ji tiştekê hez bike û xwedî îrade be wê helbet vê yekê derbas bike û bigavên serkeftî jî. Di navenda Malva de mamoste û hevalên min gelek destek û coş dan min bi saya wan îro roj ez tabloyên xwe bi heyecaneke mezin xêz dikim. Dema mirov kedeke mezin bide û encamê wê kedê bibîne hemû astengiyan jibîr dike.”