Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Qamişlo: Berxwedan misogeriya serkeftinê ye

22/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şêniyên Qamişlo: Berxwedan misogeriya serkeftinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku bi hilweşîna rêjîma Eseed rûpeleke nû hat vekirin û pêvajoyeke pir xeternak tê jiyîn. Herwiha şêniyan tekez kirin ku ewê bi berxwedaniyê destkeftî û hebûna xwe biparêzin.

Lîloz Hisên/Qamişlo

Ji ber lezbûna bûyeran di van demên dawî de ku li herêmê çêdibe, bi ketina Beşar Eseed û rûxandina rêjîma ku bi salan zilm û zordarî li ser gelê Sûriyê bi giştî û gelê kurd bi taybet hate meşandin. Herwiha piştî hatina HTŞ’ê li ser desthilatdariya Şamê, herwiha dewletek dixwaze berjewndiyên xwe pêk bîne. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jî asta êrişên xwe bilindtir kirin û dixwazin herêmê bi giştî dagirk bikin. Çeteyên dagirkeriya Tirk êriş Mibicê kirin û ew dagir kirin. Piştî wê berê xwe dan seda Tişrîn û pira Qereqozaq, lê şervanên QSD û YPJ’ê tevahiya êrişên çeteyan şikandin û derbeyên mezin li çeteyan dan.

‘Ketina rêjîma Eseed derfeteke ji bo avakirina Sûryeke demokratîk e’

Derbarê rewşa dawî ya Sûriyê û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

Welatiyê bi navê Silêman Remê diyar kir ku piştî reva Eseed û hilweşandina rêjîma Baas,ji bo kurdan û tevahiya gelên Sûriyê rûpeleke nû hat vekirin û wiha got: “Ji bo me weke kurdan derfeteke ku em maf û azadiya xwe bidest bixin. Bi salan rêjîma Baas îşkence, nijadperestî, zilm û zordarî bi taybet li ser gelê kurd meşand, bi ketina vê rêjîma dictator hêviyên me hene ku em bi aştî li herêmên xwe jiyan bikin bi tevahî pêkhateyên herêmê re bê cudahî. Em naxwazin vegerin weke berî 2011`an bê maf bimînin, di sûriyeyek nû de weke gelê kurd paeçeyeke bin ji Sûriyê”

Silêman Remê ji bo êrîşên dewleta tirk ku li ser herêmê pêk tîne wiha got: Dewleta Tirk dixwaze parçeyên ji sûriyê dagir bike, ev yek çi di riya êrîşêan an jî di riya avakirina fitneyan di navbera gelê herêmê pêk tîne, divê hemû pêkhateyên sûriyê hişyar bin ji vê yekê. Ya herî giring ew e ku em jî li dora hêzên xwe bin, bi hev re parastina xaka xwe bikin, ji ber ku ev erkeke dikeve ser milê hemû şêniyan.”

 ‘Bi hevgirtinê em ê bi serbikevin’

Ezîze Iskender Hesen ji bajarê Qamişlo destnîşan kir ku êrîşa li dijî gelê me pêk tê hemû netewên di herêmê de jiyan dikin hedef digre û wiha got: “Di vê rewşa heyî ku em tê de jiyan dikin, hewildanên afrandina fitneyê di navbera pêkhatyên Sûriyê, bi taybet li Dêra Zorê û Reqayê herwiha gundewarê wê, ku xuya bû di riya çeteyên dewleta tirk hate kirin, bi armanca derxistina kaosê û qirkirina gelê kurd, herwiha moralê gel bişkînin. Armanca dewleta tirk ku bikaribe di riya van çeteyan dest deyne ser xaka Sûriyê.”

Di dawî de Ezîze Iskender Hesen wiha anî ziman: “Parastina herêmê dikeve ser milê her welatiyek ku di herêmê de jiyan dikin, divê li gel hêzên xwe û yên parastina cewherî taxên xwe biparêzin, heta nefesek di canê me de hebe divê parastina xaka xwe bikin, bi hev re em ê êrîşan têkbibin û sûriyeke azad ava bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.