Ronaz Silêman/Qamişlo
Endama Rêveber a Insiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo Nûha Umer diyar kir ku Pêngava Cîhanî ya ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin, di sala 2024’an li ser asta cîhanî bandoreke mezin kir û deng veda.
Weke ku tê zanîn ku di 10 Cotmeha 2023’an de Pêngaveke cîhanî ji bo azdiya fîzîk a Rêber Apo re, di bin dûrişmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin. Destpêkirina vê pêngavê ji 74 navndên cîhanê hate herkandin û berfireh bû.
Di dema niha de jî li zêdeyî 105 navendan derbas kiriye û ji 6 parzemînên cîhanê. Ev pêngav bi çalakiyên pir xurt û renge reng û bi heybet pêş ket, di encamê van çalakiyan de gelek zextên mezin li rêxistinên Ewropî û cîhanî hate kirin.
Bi hêzeke xurt pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Apo didome
Balkêşbûn û cûdahiya vê pêngavê ji pêngavên beriya wê yên di salên bûrî de, ew e ku ev pêngav bê navber didûme ta bighêje encam û armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Balkêşiya wê ya din jî ew ku kesayetên ev pêngav dane destpêkirin, dostên gelê kurd yên Ewropa yê ku ji kesayetên rewşnbîr, zanyar, feylesûf, xwediyên xelatên nûbilê, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl, sendîqeyên karkeran ên cîhanî, rêxistin û tevgerên jinan û parstiyên siyasî pêk hat. Herwiha di 14’ê Cotmeha 2023’an hemû sazî, desgeh, şêx, rûsipiyên eşîran, hiqûqnas, dektor û hwd… yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî vê pêngavê bûn.
Di 15’ê Sibata 2024’an de, bi meşeke girseyî ya dostên kurdan li bajarê Kulnê yê Almaniyayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku pêngav derbasî asta 2’yem bû û asta çalakiya her bilind bû. Herwiha ji aliyê Insyatîfa Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve kampaniya komkirina îmzeyan ji bo Encûmana Yekîtîya Ewropayê hate kirin, di nava van îmzeyan de gelên Rojava bi hemû pêkhate û rêxistinên xwe yên jin û ciwanan cih girtin, di heman demê de ev îmze hejmara ku hedef girtibû derbas kir û hate encam kirin.
Derbasbûna Pêngava cîhanî ji sala 2024’an re
Di sala 2024’an de asta çalakiya dehan xurtir bûn. Çalakiyên ku derbarê pêngava cîhanî di sala 2024’an de hate meşandin evin:
-Hemû pîrozbahî û şahiyên sala 2024’an di çarçoveya pêngava cîhanî û di bin dirûşmeya pêngavê de hatin lidarxisin, mîna 8 Adarê, 12 Adarê, Newroza 2024’an û hwd…
-Name ji rêxistinên cîhanî, hiqûqî û tenduristî re hatin rêkirin, da ku bi erkên xwe rabin, rewşa Rêber Apo bişopînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.
-Serdana 33 partiyên siyasî yên Ereb, Suryan, Ermen û Kurdistanî hate kirin, da ku ew jî rola xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aktîv bikin. Di encama van serdanan de, meclisa civakî ya Ermenî panêlek ji bo azadiya Rêber Apo li dar xist, herwiha partiya Nûjen ya Demokrasî li Sûriyê 2 panêl lidar xist, yek li bajarê Minbic ya din jî li bajarê Şedadê û di van palnêlan de nerîn û pêşinyarên girîng ji bo xurtkirina pêngava cîhanî hatin girtin, ji wan pêşinyaran jî, ji bo 8 welatên mezin ên cîhanî name hatin rêkirin, ji wan Parlemanto, Mecilsa Taxan a Hindistanê, Meclisa Dûma ya Rûsî, kongirêsa Emerîkî, Meclisa Çînê û hwd…. Eynê name ji 23 welatên Rojhilata Navîn re hatin rêkirin, ji bo parlemato û qunsilosên wan, da ku ew jî bikevin tevgerê û xwedî li pêngava azadiya Rêber Apo derkevin.
Naveroka van nameya jî wiha bû:
1-Balkişandina li ser dîroka Tirkiyê ya ku li ser xwîna mirovan hatiye avakirin, her tim komkujî li ser gelan daye meşandin.
2-Kiryarên dewleta Tirkiyê yên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne ku çawa êrişî binesaziya herêmê û gelên sivîl dike.
3-Binpêkirinên ne mirovî û yên li dijî zagon û yasayên cîhanî û zagonên Tirkiyê bixwe di derheqê Rêber Apo di zindana Îmraliyê de pêk tîne, sîstemeke taybet e.
-Serdana şêx û rûsipiyên eşîrên Eraban yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di encama van serdana de 49 îmzeyên serokeşîran hatin komkirin. Ji şêxên welatên Ereban bi yek deng û name daxwz û bang li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin, herwiha bang li rêxistinên mirovî û cîhanî kirin, da ku aktîv bibin û bi erkên xwe ve rabin.
-Komxebatên hevbeş bi insiyatîfa parêzerên a ji bo parastina Rêber Apo û desteya tenduristiyê hatin lidarxistin, di çarçoveya pêngava cîhanî.
-Têkilî bi kesayetên navdar ên Rojhilata Navîn mîna rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas û nivîskar. Di encama van têkiliyan de gelek gotar hatin nivîsandin, herwiha insiyatîfa Amazîxê ya ji bo azadiya Rêber Apo hate avakirin û berdevkeke jin ji endamên insiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Apo hate hilbijartin ku weke rûyekî pêngavê di bin navê çanda me nasnameya me ye.
-Gelek komxebat, panêl û cıvîn hatin lidarxistin û daxuyanî hatin weşandin ji bo raya giştî ya cîhanî.
-Meşên mezin li her bajarî hatin lidarxistin.
-Li Bakurê Kurdistanê girtîgehên zindanan ketin giravên birçîbûnê û berxwedaneke mezin dane meşandin, ev yek jî ne cara yekeme di dîroka gelê kurd de. Banga wan ji vê giravê ew bû ku têkoşîna azadiyê neyê seknandin.
-Komên xwendina parazname û pirtûkên Rêber Apo li bajaran hatin avakirin û di encam de her pareznameyek bi dawî dibû komxebatek dihate lidarxistin û nîqaş li ser dihat kirin.
-Gelek kampaniyên ilktironî yên haştagê hatin lidarxistin.
Di çarçoveya pêngavê de li ser asta Ewropa gelek çalakî hatin lidarxistin ew jî wiha ne:
-69 xwediyên xelatên Nûbilê bi yek deng û nameyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bang li rêxistinên mirovî kirin.
– Ji aliyê parêzerên cîhanî ve kampaniyek komkirina îmzeyan hate dest pê kirin û li ser asta cîhanî ji bo Wîzareta Edaleta Tirkiyê ragihînin ku her parêzer parêzerê Rêber Apo ye.
-Bi hezaran name ji aliyê rêxistinên jinan yên cîhanî, ji bo rêxistinên cîhanî hatin rêkirin.
-500 rêxistinên cîhanî, mirovî û kesayetên bibandor daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
-Meşeke mezin li bajarê Kulnê hate lidarxistin, pira kulênê hejand.
Derbarê encamên pêngava cîhanî ya Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya sala 2024’an de, endama Rêveber a Insiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo Nûha Umer ji rojnameya me re axivî.
Nûha Umer diyar kir ku pêngava cîhanî roleke girîng di asta cîhanê de lîst û wiha got: “Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, roleke girîng û mezin di asta cîhanî de lîst. Di heman demê de pêngav zextên mezin li rêxistinên cîhanî û Tirkiyê kir, di encama van zextan de, hevdîtineke birêz Omer Ocalan bi Rêber Apo re hate kirin. Dewleta Tirk xwest bi hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo rola pêngava cîhanî lawaz bike û vala derxe, herwiha şerê taybet jî bide meşandin, lê lîstika Tirkiyê pir xuya û zelal bû. Ji xwe hevdîtina ku bi Rêber Apo re hate kirin cihê kêfxweşiyê bû. Tevî mesaca Rêber Apo pir kurt bû, lê bi wate û cewherî bû. Rêber Apo di mesaca xwe de diyar kir ku tecrîd û sîstema işkenceyê dewam dike, lê Rêber Apo li beramberî vê sîstemê berxwedaneke dîrokî di asta herî bilind dide meşandin.”
‘Wê aşîtî bi destê Rêber Apo pêk bê’
Nûha Umer anî ziman ku divê civak bi siyaseta dewleta Tirk neyê xapandin û wiha got: “Gerke civaka me di wê zanebûnê de be, bi axaftin û siyaseta dewleta Tirk a qirker neyê xapandin, ji ber siyaseta dewleta Tirk a dagirker diyare, bi taybet di rewşa dawî ya li Tirkiyê hate xuyakirin ku Tirkiyê çawa êrişî şaredariyên gel dike, bi zor û işkenceyê ji dest wan digire. Meşa Kulên ya ku bi rengekî girseyî û bi heybet hate herkandin, tê de hate tekezkirin ku çiqas rola Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêkan de heye û her kes dixwaze azadiya Rêber Apo dike, ji ber Rêber Apo buye hêvî ji bo gelên cîhanê tevahî. Rêber Apo di mesaca xwe da diyarkirin ku hêza wî ya tewrî analîzkirinê têrê dike ku vê rewşa tundî û işkenceyê veguherîne rewşa siyasî û qanûnî bi rengekî aşîtane. Bêguman rewşa Tirkiye ne rehete û di bin zextekê deye, lê nikare dest ji kiriyarên xwe berde, ev yek jî xuyaye ji ber ku Tirkiyê cezayên displînê piştî hevdîtina nefermî ya dawî ya bi Rêber Apo re, cardin bi awayekî lez du cezayên dispilînê danî ser Rêber Apo.”
‘Bi hêza Rêber Apo wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin’
Nûha Umer axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa tecrîdê ku Rêber Apo anî ziman ev yek bersiva Rêber Apo ji gotina dewlet Bexçelîre ya ku daxwaz kir ku Pkk nemîne, lê Rêber Apo ji pernsîpê xwe tucar venegeriyaye û venagera û got tecrîd dewam me, heger şert û mercên çareseriyê peyde bibie hêza min heye ku rewşê veguherînım rewşa aşîtıyê. Lewra pêwîste em destê Rêber Apo bi hêz bikin. Têkoşîn û berxwedana xwe weke gel a ji bo Rêber Apo nedin seknandin.”