Thursday, June 5, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mala Jin ji pirsgirêkên jin û civakê re dibe bersiv

22/12/2024
in JIN
A A
Mala Jin ji pirsgirêkên jin û civakê re dibe bersiv
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Berdevka Mala Jin ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîma Mehmûd diyar kir ku Mala jinê bi hemû derfetên xwe ji bo xizmeta civakê kar û xebatê dide meşandin û wiha got: “Armanca me birêxistinkirina civakê û vejînkirina rihê demokratiyê di malbatê de ye.”

Mala Jin cara yekemîn di 20’ê Adara 2011’an de li Qamişlo wek saziyeke civakî hat avakirin. Di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jin de xwe bi rêxistin kiriye û hewl dide rêgezên edaleta civakî pêk bîne, di heman demê de gelek pirsgirêkên civakî yên wekî tundî, zewicandina zarokan, hevberdan, mîrate û hwd çareser dike. Mala Jin hewl dide pirsgirêkan qonax bi qonax çareser bike; li her du aliyan û şahidan guhdarî dike, nîqaş dike û dûre jî çareser dike. Pirsgirêkên ku di qonaxa 4’an de jî nayên çareserkirin, sewqî Dîwana Edaletê ya Jin dike. Mala Jin di sala 2024’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 hezar û 500 semîner û komcivîn lidar xistin. Di heman demê de 40 perwerde jî hatin vekirin, ji wan15 perwerdeyên girtî bûn û 25 perwerdeyên vekirî bûn. Her wiha sardana 8 hezar û 740 malbatî kiriye.

Dozên jinan ku Mala Jin jê re bûye bersiv

Di sala 2024’an de, gelek jinan ji bo çareserkirina dozên xwe berê xwe dane Mala Jin û ev doz wiha ne:

– Jimara dozên pirjinî 124,  ji wan 26 hatin çareserkirin, 6 ji bo saziyên din hatin şandin û 145 doz jî ji bo dîwanan edaletê hat rêkirin.

– Jimara dozên zewaca temen biçûk 112, ji wan 72 hatin çareserkirin, 9 doz dewam dikin û 31 doz jî soqî dîwana edalaetê bûn.

– Jimara dozên tundî û işkenceyê 44 doz bûn, ji wan 33 hatin çareserkirin, 21 doz ji bo saziyên din hatin şandin û 90 doz jî soqî dîwana edaletê hat kirin.

– Jimara dozên xwekuştina jinan 5 doz bûn û sewqî dîwana edaletê hatin kirin.

-Jimara dozên destdirêjiyê 2 doz bûn û hedu jî sewqî dîwana edaletê hatin kirin.

– Jimara dozên kuştinê 31 doz bûn û bi giştî sewqî dîwana edaletê hatin kirin.

Bi giştî hijmara dozan 471 doz bûn, ji wan 131 çareser bûn, 9 hîn berdewamin, 304 ji wan ji bo dadgehê hatin şandin û 27 derbasî saziyên cûda bûn.

Di derbarê kar û xebatên Mala Jin yên sala 2024’an li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdevka Mala Jin   Rîma Mehmûd ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên mala jin di sala 2024’an de

Rîma Mehmûd diyar kir ku Mala Jin li gorî derfetên xwe herdem hewil dide ku ji bo jin û tevahiya civakê bibe cihê çareserkirina pirsgirêkan û wiha domand: “Em di nav şoreşekê de ne, ew şoreş jî bi şoreşa jinê tê naskirin. Di vê şoreşê de jî bi hezaran cûreyên pirsgirêkan di ser me re derbas bûn. Lê hertim çareseriya wan jî hebû, ji ber vê yekê kar û xebatên ku Mala Jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, karekî pîroz e. Wek mala jin di hundirê hevpeymana civakî de binavê hemû tevgerên jinê ye. Gelek nakokiyên malbatî jî dihatin cem mala jin, ev nakokî ji aliyê aborî, reşkirina navê jinê li ser malperan, zexta malbata jinê, zexta mala xezûr, ev nakokî dighiştin berdanê di navbera jin û mêr de. Lê dema ev nakokî dighê me em ji wan re çareseriyê dibînin. Zewaca temenê piçûk ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve û heya sala 2018’an de jî pir bû, ji ber ku wê demê tirsa malbatê hebû ku wê keçên wan bikeve destê çeteyên DAIŞ’ê de, lewma ew di temenekî biçûk de dizewicandin. Lê heger wan nedikarî keçên xwe biparêzin mala jin li wan xwedî derdiket û ew diparastin.  Pirî caran ew keça 15 salî dema dizewicî û dibû dayîka zarokekî carek din li mala bavê xwe vedgeriya, ji ber ku barê zewacê gelek giran bû ji bo wê. Piştî ku ev bûyer çêdibû êdî malatê berê keça xwe dida mala jin da ku xwedî li mafê wê derkeve. Mala jin ev malbat perwerde dikir ku encama zewace temen piçûk ev e. Lê piştî 2018’an de, civak ket wê ferqê de ku nema çarenûsa keça xwe di temenekî piçûk de xira bike. Di heman demê de qomîta işkenceyê heye ew qomîte ji Kongira Star, Mala Jin, komîta lihevanînê, desteya jin û Rêxistina Sara pêk tê. Dema pirsgirêkek giran be û gefên kuştinê hebin, ev komîte dicive û biryarek tê girtin. Ev biryar mafê tu kesî naxwe û hemû alî razî ne. Erkê me ew e ku em hezkirin û pevgirêdanekî di nava malbatê de çêbikin. Her wiha li ser tundiyê me semînerên diyalokî, birûşûr û komcivîn lidarxistin.”

Çalakiyên ku di sala 2024’an de hatine lidarxistin

Rîma Mehmûd da zanîn ku îsal mala jin gelek kar û guhertinên pîroz kirin û wiha got: “Semînerên diyalokî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li ser 8’ê Adarê, li ser Şehadeta heval Sara û Bêrîtan hatin dayîn. Bi giştî 55 semînerên diyalokî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin çêkirin. Li asta Bakur û Rojhilatî Sûriyê civînên ku mala jinê li darxistin 1000 civîn bûn, him di milê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de, him jî ji bo kar û xebatên jinê bû. Îsal bi dehan keç rastî pirsgirêkên revandinê hatin. Ev yek encama hezkirina keç û xort ji hev re bû, dema xort çend caran tê wê dixwaze malbat nade, êdî revandin çêdibe. Dema revandin çêdibû hêzên ewlekariya hundirîn mudaxeleyê dikin û jin tanîn ji me re. Piştî wê em bi erkê xwe radibin û pirsgirêkê bi rêyên guncaw çareser dikin. Her wiha em di nav şoreşekî de ne ev şoreş hemû gelê Sûriyê cihê xwe di Bakur û Rojhilatê Sûrî de girt. Loma tevlîbûnek çêbûye, hemû pêkhate tevlî hev bûne. Zihniyet gelekî bandor li ser civakê kir, ji ber vê yekê gelek guhertin di nav civakê de çêbû, him ji aliyên pir bûna anîna jinan, zewaca temenê piçûk, tundiya li ser jinê tê meşandin. Rêber Apo dema Şoreşên  cîhanê analîz dike, dibêje; di şoreşên cîhanê de bihezaran jin bûn hedef, lê di şoreşa Rojava de û bi vekirina mala jinê ji 2011’an ve û guhdarkirina wê li hemû pirsgirêkên civakê re gelek pirsgirêk çareser bûn. Bi dehan pirsgirêkên malbatî hebû me bi mehan bi wan re nîqaş dikirin da ku neghêje asta berdanê û ew zarok nebin qurbanî.  Çi pirsgirêkek derdikeve di nav civakê de giranin lê cihê çareseriyê jî heye. Gelek jin hebû hewildana kuştinê dikirin lê me dikarî xwe bighînin vê jinê û sedema vê yekê nas bikin, me pêre nîqaş dikir encama vê yekê derdiket zexta malbatê bi mehan em diketin nîqaşan de bi malbatê re heya ku me çareser dikir. Loma hebûba mala jinê di nav civakê de gaveke gelekî serkeftî bû.”

Tundiya li ser jinê

Rîma mehmûd axaftinên xwe berdewam kirin û wiha got: “Di hundirê malê de jin rastî tundiyê tê, sedema wê jî îxaneta mêr ji jinê re ye. Her wiha di milê aborî de dema jin hewcedarî hin tişta dibe û mêr bi erkê xwe ranabe, pirsgirêk derdikeve. Di heman demê de gelek mêr hene madeyên hişbir bikar tînin û li dijî hevjîna xwe tundiyê dike. Bi sedan çîrokên bi vî awayî gihan nav destên me, dema mijar lêdan be ev yek dighêje dadgehê û ew mêr tê girtin heya ku jin qebûl neke ku derkeve dadgeh tu biryara di derheqê wî de nade. Ev 2 salin Zagona malbatê derketiye, mala jin bi hezaran semîner û civîn ji bo danasîna vê zagonê çêkirin û sardana malbatan kiriye. Dema ev zagon ji malbatê re tê xwendin, guhertineke berbiçav çêdibe û ev malbat dibe malbatek demokratî. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî li 8 hezar malbat, zagonên malbatê hatiye xwendin ji wan re. Civakek ku ev 5 hezar sale rastî tudî, işkence, êş û zehmetiyan hatiye, helbet wê gelek pirsgirêkan re derbas bibe, lê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek guhertinên berbiçav çêbûne û wekhevî di civakê de çêbûye. Lê hilbet wê pirsgirêk derkevin û kilîta çareseriya van pirsgirêkan li cem mala jinê ye. Mala jinê netenê ji bo parastina mafê jinê ye û binpêkirina mavê mêre, lê belê mala jinê ji bo herdu zayendaye û bi rastiyê re ye. Îro roj bi hezaran mêr hene tên şêwira xwe dikin di çareserkirina pirsgirêkan de, dikevin wê ferqê de ku çiqasî em mafê wan jî diparêzin. Mala jinê di Rojavayê Kurdistanê de bûye mînakek ji hemû dewletên cîhanê re. Lewma ji hemû welatên cîhanê jinên famînîst tên û sardana mala jinê dikin û heya niha jî çendek ji wan di mala jinê de kar dikin, da ku ev wekhevî û kar û xebatên ku em dikin herin li welatê xwe jî pêk bînin.”

Pirojeyên dema pêş a mala jinê

Berdevka mala jin ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîma Mehmûd axaftina xwe wiha qedand: “Di dema pêş de wê mala jinê derkevin nav gel û wê li her derî semîner û zagona malbatê bidin. Pêngava hişyarkirina gel wê destpê bike Semîner li ser zagonên mala jinê di nav hêzên leşkerî de werin dayîn, di heman demê de ji bo gel wê civînên berfireh li dar bikevin da ku ew jî zagonên mala jinê nasbikin. 8’ê Adarê jî li pêşiya me ye wê ji bo wê jî pilansaziyên me hebin. Her wiha di meha Cotmehê de perwerdeyek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket, ev perwerde herêma cizîrê girt dest bi tevlîbûna 45 kesan ev perwerde girtî bû 15 rojan bi zimanê kurdî bû û 15 rojan bi zimanê erebî bû.  4 rojan zagonên jin, malbat, lihevaîn û wekheviyê hat dayîn. Heman perwerde wê di dema pêş de li Reqa, Tebqan, Şehba, Heleb û Minbic jî were li darxistin.“

Post Views: 127
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.