Lîloz Hisên/Qamişlo
Şerîf Hec Mehmûd diyar kir ku heta niha 87 malbatên koçber yên ji Efrîn û Şehba di malan de hatine bi cih kirin. Herwiha şêniyên herêmê jî li gorî derfetên xwe alîkarî pêşkêşî koçberan kirin.
Di 28`ê Mijdarê û piştî têkçûna rêjîma Baas û kontrolkirina HTŞ ser piraniya bajarê Helebê û derdora wê, çeteyên dewleta tirk a dagirker êrîşeke mezin bir ser herema Şehba û Til Rifet, di encamê de bi hezaran koçeberên Efrînê ku di sala 2018`an de dema ku Efrîn ji milê dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin û bi darê zorê ew koçberkirin, careke din ji neçarî koçberî herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê bûn. Di vir de şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê erkên xwe yê mirovî bi cih anîn û bi hemû îmkanên xwe alîkarî ji koçberan re pêşkêş kirin û pêdiviyên wan peyda kirin. Alîkarî ji hêla komîn û meclisên taxan dihat komkirin ji aliyê şêniyan û dihat şandin navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê cihê konê komkirina alîkariyan û Stada 12`ê Adarê, herwiha gelek insyatîfên gelêrî li ser medyaya civakî hate destpêkirin da ku li koçberan bê belavkirin.
Derbarê pêşkêşkirina alîkariyên ku di taxan de tê pêşkêşkirin, mamoste Şerîf Hec Mehmûd alîkirê di meclisa Enteriyê de ji rojnameya me re axivî.
Şerîf Hec Mehmûd diyar kir ku ji bo penaberên ji Efrîn û Şehbayê, meclisa Enteriyê û taxên derdora wê di riya komînan re alîkarî komkirin. Şêniyên me alîkarî pêşkêşkirin û birayên xwe yên koçber hembêz kirin. Şerîf Hec Mehmûd wiha domand:”Me di destpêkê de koçberên Şehba û Efrîn li xwaringeha Sehara kom kir, piştre mal ji wan re hate peyda kirin, gelek şêniyên me ku li dervî welat dijîn jî malên xwe vekirin da ku koçber lê bi cih bibin û bê dirav.” Şerîf Hec Mehmûd destnîşan kir ku hejmara malbatên ku di taxa Enteriyê û meclisa girêdayî wê de, di malan de bi cih kirin 87 malabt bûn, pakîtên xwearinê ji koçberan re kirin û pêdiviyên malê ji bo malbatên ku di malan de bi cih bûn hate pêşkêş.
Meclisa Enteriyê 11 komîn girêdayî wê ne, weke taxa Qenat Siwês, Cirnik, Meyselûn, Meheta nû, Meheta Kevin û hwd.., şêniyên van komînan alîkariyên ku pêşkêşkirin tînin meclisê û ji aliyê meclisê ve tê şand ji bona cihê komkirina alîkariyan û belavkirina wê li navenda Mihemed Şêxo. Herwiha ev alîkarî di destpêkê de ji bo malên ku di taxê de hatin bi cih kirin pêşkêş dikin, pir tişt tê şandin ji bo navendên komkirina alîkariyan. Şerîf hec Mehmûd wiha got:”Zehmetiyên ku di destpêkê de me kişand peydakirina malan bû, herwiha elktrîk lê piştre xwediyên jenertoran weke alîkarî dayîna Ampêran pêşkêş kir. Heta niha komkirina alîkariyan berdewame, gelek kesên ku li dervî welat têkiliyan bi me re dikin ji bona ku alîkariyê bişînin. Alîkarî ji danê sibehê heta 5’ê êvarî tê belavkirin.”
Di dawî de Şerîf Hec Mehmûd wiha anî ziman:”Navê tehavî malbatên ku di taxa Enteriyê de bi cih bûne di meclisê de hate qeyd kirrin, da ku çi alîkarî bê em li wan belav bikin. Di heman demê de jî her komînek jî navê van malbatan qeyd kiriye û girêdanek bi meclisa Enteriyê, komîn û malbatên koçber re heye. “