Hemza Sêvo/ Qamişlo
Welatiyên gundê Sihil dan zanîn ku ji ber rewşa awarte ya ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, ew bi şev û sibehan parastina gundê xwe dikin. Herwiha welatiyan bang li Hêzên Ewlekariyê kirin ku gera xwe li nava gundan pirtir bikin.
Gundê Sihil, yek ji gundên kurdan e, ev gund girêdayî bajarê Tirbespiyê ye. Gundê Sihil bi dûrahiya 24 km dikeve başûr û rojavayê Tirbespiyê.
Weke tê zanîn ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke awarte de derbas dibe û pêwîste her kes xwe berpirsiyar bibîne ji bo parastina wê. Lewma di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de divê şêniyên gund û bajaran bi heman rihî destekê bide hêzên xwe yên parastin û ewlekariyê.
Şêniyê vî gundî di çarçoveya xweparastin û Şerê Gelê Şoreşgerî de terka xewê dikin û çavdêriya gundê xwe dikin.
Derbarê mijara xweparastinê de şêniyên gundê Sihil ji rojnameya me re axivîn.
‘Ji ber nearambûna herêmê şêniyên Sihil gundê xwe diparêzin’
Welatiyê bi navê Elî Şakir da zanîn ku şêniyên gundê Sihil ji ber rewşa awarte ya herêmê parastina gundê xwe dikin û wiha got: “Ev demeke ku em weke welatiyên gundê Sihil, li gundê xwe derdikevin gerên parastinê. Ev yek jî ne tiştekî nû ye, lê belê ji sala 2011’an ve em parastina gund dikin. Salên borî rewşên diziyê li gundên dora me çêdibû, derketina nobedariyê bêhitrî xwe ji bo dizan bû. Lê di dema heyî de rewşa herêma me awarte ye û ya herî xirab ew e ku şaneyên veşartî pir bûne. Herwiha şerê piskolojî û taybet li ser civakê çêdibe. Lewma jî em weke şêniyên gundê Sihil bi armanca parastina gundê xwe ji hemû rewşên tevlîheviyê, dest bi parastina xwe kir. Em niha li hemberî şaneyên veşartî, hemû rewşên tevlîhev û şerê taybet amade ne.”
‘Ji 7’ê şevê heya 6’ê sibehê nobedarî tê kirin’
Elî Şakir anî ser ziman ku şêniyên gundê Sihil ji 7’ê êvarê heya 6’ê sibehê parastina gundê xwe dikin û wiha domand: “Her ku dibe zivistan em her şev derdikevin gerên nobedariyê. Me weke ciwanên gund bi awayekî xwebexş biriyar da ku erka parastinê bavêjijn ser milê xwe. Niha ji seet 7’ê şevê heya seet 11 hin kesên bi temenê xwe mezin hene, li derora gund dizivirin û çavdêriyê dikin. Herwiha ji seet 12 heya seet 6’ê sibehê ciwan derdikevin gerên parastinê. Ciwanên me parastina gund dikin û hem jî çavdêriya derdora gundê xwe dikin. Niha bêtirî 150 mal di gund de hene. Hemû malbat dernakevin nobedariyê ji ber ku ciwanên wan tune ne, yan jî ne li gund in, ciwanên me ev peywirî avêtin ser milê xwe.”
‘Pêwîste Hêzên Ewlekariyê gerên şevan pirtir bike”
Welatiyê ji gundê Sihil yê bi navê Mihemed Elello bang li Hêzên Elekariyê kir ku gerên xwe bi şevan di navbera gundan de pirtir bikin û wiha bi dawî kir: “Em li benda tu kesan neman ji bo mijara parastinê, ne ku komîn an jî meclis ev erk ji me xwest, lê belê me dît ku rewş çawa ye. Piştî ku Rêveberiya Xweser daxuyaniya ji bo rewşa awarte da, her kes bi armanca parastinê kete tevgerê. Niha li hemû gundên derdorê civak parastina xwe dike. Girûpeke giştî ya gundewaran heye û em bi hev re peywendiyan çêdikin. Eger rewşeke ne normal derdikeve em di vê girûpê de, hev agahdar dikin. Lê daxwaza me ew ku Hêzên Ewlekariyê destekê bide me. Ji ber wê jî em bang li Asayîşê dikin ku bila gerên xwe li gundan pirtir bike. Da ku aramî jî çêbibe pêwîste xalên kontrolê li ser rêyên sereke bên çêkirin.”