Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Delîla Agirî: Muzîk rih û rewanê min e

18/12/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
Delîla Agirî: Muzîk rih û rewanê min e
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan Kêfo/Amûda

Hunermeda ciwan Delîla Agirî diyar kir ku mirov dikare bi rêya muzîkê hest û ramanên xwe derxîne holê û wiha got: “Ez bi rêya Muzîkê nameya xwe pêşkêşî her keasî dikim, muzîk ji bo min tîmara rihe.”

Rojavayê Kurdistanê bi hunermendên xwe yên ciwan dewlemende, bi taybet jinên ciwan di salên dawiyê de bi hunera xwe nasnameya jina pêşeng û çalak derxist holê. Yek ji wan jinên ciwan yên Rojavayê Kurdistanê ku bi hunera xwe nameya xwe belavî her derê dike, Delîla Agirî ye.

Hunermenda ciwan Delîla Agirî li bajarê Amûdê ji dayik bûye,  temenê wê 17 salî ye û di qonaxa amadeyê  de bi zimanê dayikê xwendina xwe berdewam dike.

Derbarê huner û jiyana xwe de hunermenda ciwan Delîla Agirî ji rojnameya Ronahî re axivî.

Hûnermenda kurd Delîla Agirî diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve ji muzîkê û dengbêjiyê hez dike,  herwiha wê di temenekî pir biçûk de dest bi dengbêjiyê kiriye,  ji ber ku ew ji malbateke hunerî ye. Li gorî Delîla ew ji bafê xwe fêrî muzîk û dengbêjiyê bûye.

‘Hozan Serhed bandor li min kir’

Delîla Agirî wiha domand: “Min li Çand û Hunera Amûdê cihê xwe girtiye, koma me ya xweser bi navê koma Şehîd Delîla ye. Em tevlî hemû şahiyan dibin û em kêfxweşiyekê derbasî dilê civaka xwe dikin, her wiha du sitrananên min hene, sitrana bi navê Evder Rojava ye û ya din jî em Zarokên Rojava ne.  Hûnermendê ku herî zêde bandor li min kir hunermendê nemir  Hozan Serhede bû, herwiha tevahiya hunermendên ku ji bo welatê xwe xizmet kirin cihê rêzgirtin û serbilindayêne. Di muzîkê de tu rengên min yê taybet tune ye, kêfamin ji hemû rengan re tê,  ji ber ku divê hunermend bi hemû rengan zanibe sitranan bêje.”

‘Hunermend dilê civakê’

Delîla da zanîn ku wê bi biryardariyeke mezin tevahiya astengî derbas kirin û wiha got: “Di rêya min ya hunerî de herî zêde malbata min piştgiriya min kir, bi taybet bavê min gelekî piştgiriya min kir û min fêrî muzîk û dengbêjiyê kir. Çi qas astengî di rêya min de derdikeve bi hezkirina min ji muzîkê re astengî derbas dibin. Mirov bi hezkirinê her zehmetiyan derbas dike. Bi taybet hunermend, ji ber ku ew dilê civakê ye.”

‘Pêwîste ciwan xeyalên xwe pêk bînin’

Hunermenda ciwan Delîla Agirî axaftina wiha qedand: “Şîreta min ji bû her ciwaneke xwedî xewin û jêhatî ku xwein û xeyalên xwe pêk bîne. Herwiha pêwîste her ciwanek xwe pêşbixe û nerînên neyinî paşguh bike. Herwiha ez dixwezim her dem xwe pêşbixim, hêviya min ku em tevahî bi aramî û aştî jiyan bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.