Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destikdayîna Heyva Sor a Kurd ji bo koçberan

18/12/2024
in POLÎTÎKA
A A
Destikdayîna Heyva Sor a Kurd ji bo koçberan
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim /Qamişlo

Endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Ehmed Ibrahîm diyar kir ku ew bi tevahiya derfetên xwe hewil didin pêdiviyên koçberan dabîn bikin û bi taybet di milê tendirustiyê de biu wan re bibin alîkar.

Di destpêka ku koçberên Heleb û Şehbayê berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd ji her aliyî ve alîkariya koçberan kir. Herwiha di aliyê tendirurstî de gelek destek da koçberan, ji ber ku rewşa tendirurstî ya gelek koçberan nebaşe.

Di derbarê kar û xebatên Heyva Sor a Kurd ya ji bo koçberên Heleb û Şehbayê, endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Ehmed Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

‘Em herdem di xizmeta gel de ne’

Ehmed Ibrahîm balkişand ser sedema koçberbûna gelê Efrîn û Şehbayê û wiha got: “Êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser Şehba û Tilrifetê  metrisiyeke mezin çêbû. Herwiha gelê van herêman bi hezaran koçber bûn, koçberan berê xwe dan aliyê bi ewle yên Rêveberiya Xweser. Di heman demê de ev hejmara mezin a koçberan zextên giran bi xwe re anî, ji her aliyî ve hem ji aliyê tendirustî, peyîdakirina pêdiviyên jiyanê û yên sereke, di aliyê bi cihkirina van koçberan de, heta dema niha em di vê zextê û giraniyê de ne.”

‘Ragihandina rewşa awerte ji bo koçberan’

Ehmed Ibrahîm da zanîn ku Heyva Sor a Kurd destpêkê de rewşa ewart e ragihand û wiha şîrovekir: “Ji destpêkê ve em bi komên xwe yên tendirurstiyê ketin tevgerê. Ji aliyê deriyê sînor û cihê pîşewazîkirinê me dest bi alîkaryê ji bo koçberan kir. Herwiha hemû bijîşk ketin tevgerê ji bo vê rewşa heyî, da ku pêşwaziya van koçberan di aliyê tendurstî de bikin. Ji ber ku koçber demeke dirêj dire de mane û gelek nexweşî bi wan re çêbûn, bi tayîbet jin û zarok di vê demê de ji ber sermayê  gelek nexweşî bi zarokan re çêbûn, weke nexweşiya vairos û kilbûna qirkê hew.. Rojên destpêkê dema ku  koçber hatin me sed kon li bajarê Temqa û Reqayê ji bo wan amedekirin. Lê mixabin hejmara konan kêm bûn jî, lê me hewldanê xwe didan ku kesên rewşên wan nebaş bin derbasî van konan bibin.”

‘Banga me ew ku her kes bi me re bibê alîkar’

Rêveberê Heyva  Sor a Kurd Ehmed Birahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Piştî ku cihên pêşewaziyê derketin, piraniya koçberan li  dibistanan cihê xwe girtin. Herwiha li bajarê Reqayî û Tebqayê piraniya koçberên Şehbayê li dibistan bi cih bûne. Em di herî aliyî de zehmetiya dikşnîn, ji ber deriyên sînoran bi giştî girtîne û alîkarî ji bo nayên kirin. Di heman demê de piştî ketina rêjîma beas rewşa herêmê bi giştî tevlîhev bûye, ji aliyê derman û pêdiviyên jiyanê ên sereke kes destekê nadê me, em weke Heva Sor a Kurd me bengewaziyek kir li gelên xwe ên li bakur û rojhilatê suriyê kir. Da ku karibin bi me re bibin alîkar da ku em jî karbin alîkariyê ji bo  koçberan bikin, li Eropayê Heyva Sora Kurdistanê dest bi kampaniyakê kiriye. Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya kom dike heta dema niha 25’ hezar yoro komkiriye. Herwiha ev dirav bi gihêje Heyva Sor a Kurd li gorî van diravan bikevin tevgerê. Daxwaza me ew ku her kes bi Heyva Sor a Kurd re bibê alîkar da ku em karibin xismetê ji van koçberan re bikin.”

Post Views: 129
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.