Hemza Sêvo/ Qamişlo
Endama Kordînasiyona Kongra Star, Jiyan Hisên da zanîn ku ramanên Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê û tevahiya pirsgirêkên cîhanê rêya çareseriyê ye û wiha got: “Çendîn êriş û qirkirin li ser me bên meşandin jî, pêwîste em hertim dozdarên azadiya rêberê xwe bin.”
Ev 26 sal in ku Rêber Apo ku xwedî ramanên azad, demokrat û aştiyane ye, di zindanên bêheqiyê de ye. Felsefa wî li ser rûyê erdê ji bo çareserkirina kirîzên heyî li cîhanê tê tekezkirin, bi taybet pirsgirêka Sûriyê û yên Rojhilata Navîn. Derbarê heman mijarê endama Kordînasiyona Kongra Star, Jiyan Hisên bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Hûn sîstema îşkence û qirkirinê ya ku li ser Rêberê Abdullah Ocalan tê meşandin, çawa dinirxînin?
Ji xwe weke tê zanîn heta roja îro sîstema tecrîd û îşkenceyê li ser Rêber Apo berdewam dibe. Ev 26 sal in ku rêbertî di bin tecrîda giran de dijî. Herwiha nêzî 4 salan bû ku ne malbatê û ne parêzerên wî, hevdîtin pê re çênekirbûn. Weke tê zanîn jî bi komployeke navnetewî rêberê me hat dîlgirtin, sîstema tecrîd û îşkenceya ku li ser dihat meşandin li pêşiya çavên hemû hêzên navnetewî bû. Bi dirêjahiya tecrîda giran a li ser Rêbertî, dewleta Tirk a faşist di şexsê wî de cezayên dispilînê ferz dikir. Tevî ku em dizanin Rêber Apo kesayetekî bi rêk û pêkiya xwe tu kes naghêje asta dispilîna li cem. Armanc ji tecrîdê ew e ku gel û Rêber Apo ji hev qut bikin hem jî şerê ku îro rûdidin li cîhanê û herêmê bên domandin. Piştî çar salan di 23’ê Cotmehê de biraziyê wî Umer Ocalan hevdîtin bi Rêber Apo re çêkir û Rêbertî nameyek ji bo gel rê kir. Di wê nameyê de Rêber Apo tekez kir ku tecrîd hîna berdewam e, ev yek jî tê wateya ku pêwîste li hemberî tecrîdê berxwedaniyeke mezin bê meşandin. Li aliyekî din ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê kurd Rêber Apo axivî û got ku derfet li cem min heye ku ez gelek pirsgirêkan li Rojhilata Navîn çareser bikim. Piştî vê hevdîtinê dîsa dewleta Tirk a faşist cezayên displînê derheqê Rêber Apo de ferz kir. Çendîn ku malbat û parêzerên serokatî daxaza hevdîtinan kirin lê dewleta Tirk ev yek qedexe kir. Ev yek jî da ku şer û dagirkeriya Tirk li ser herêmê pirtir û kûrtir bibe. Em dizanin ku li seranserî Kurdistanê şerek tê meşandin û em weke gelê kurd û tevahiya gelên din hewcedarî Rêber Apo ne da ku rêya me ronî bibe.
-Di dema heyî de Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyê, di tevlîheviyekê re derbas dibe, ji bo ku hemû pirsgirêkên heyî bên çareserkirin, pê re jî pêşerojeke aştiyane li ser hîmê demokrasiyê ava bibe, rêya çareseriyê çi ye?
Eger em rewşa Sûriyê binirxînin dê bînin ser ziman ku ev zêdeyî 13 salan e Sûriye di tevlîheviyê de bû, şoreşek dest pê kirbû. Xwesteka gelan ji vê şoreşê ew bû ku siyaset, serwerî û sîstema berê ya rêjîma Beisê were guhertin. Lê mixabin bi dirêjahiya 13 salan rêjîmê danûstandin qebûl nedikir û li ser heman hişmendiyê bû. Rêveberiya Xweser gelek caran xwest ku diyalogê bi rêjîmê re bike, lê dîsa rêjîm ev yek qebûl nedikir. Lê piştî 13 salan me berî çend rojan dît ku çawa rêjîma Beisê bi pêşengtiya Essed hat hilweşandin di encamê de jî valahiyek kete Sûriyê bi gişî. Di heman demê de ji 27’ê Mijdarê ve şerekî dijwar li seranserî Sûriyê ji aliyê koma Tehrîr Elşam ve têkirin. Herwiha komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê bi awayekî hovane, êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Li aliyekî, Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberan dike, li aliyê din jî gelên me berxwedaniyeke mezin didin meşandin. Îro Rojhilata Navîn û cîhan tev di kirîzan re derbas dibe, mîna şerê Israyîl û Hemasê, hem jî şerê di navbera Rûsya û Ukraniya de. Bi dirêjahiya 13 salan tekz bû ku ne hikumeta Şamê û ne Muxalefetê dikarîn guhertinê û çareseriyê ji bo Sûriyê pêk bînin. Lê tecrubeya Rêveberiya Xweser ya projeya biratiya gelan û Neteweya Demokratîk ya li ser bingeha wekheviya gelan, hat diyarkirin ku rêya tekane ya çareserkirina pirsgirêkên heyî ye. Di warê piratîkî de ev proje li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îroj hemû pêkhate jiyan dikin. Em dizanin ku her alaneke ku hatiye rizgarkirin, hêz û rêveberiya wê çêbûye û civak bi li wir xwe diparêze. Berî niha Rêber Apo gotiye rêya çareserkirina kirîza Sûriyê ye, em jî dibêjin fikr û felsefeya Neteweya Demokratîk ya Rêbertî, cihê çareserkirina pirsgirêka Sûriyê û cîhanê bi giştî ye. Hetanî ku pirsgirêka Sûriyê çareser bibe pêwîste projeya Neteweya Demokratîk li hemû Sûriyê were meşandin.
-Pêngava Azadiyê niha di çi astê de bi rê ve diçe?
Di roja îro de li ser asta cîhanê pêngaveke mezin ji bo azadiya Rêber Apo di qonaxa xwe ya duyem de didome, gelê kurd û yên cîhanê tev ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke bêhempa dikin. Li tevahiya Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatên cîhanê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî bang tê kirin. Em dizanin ku eger ne ji berxwedaniya gelan a li ser asta cîhanê ba, wê hevdîtina ku bi Rêbertî re hat kirin pêk nehatiba. Ev hevdîtina ku çêbû ji bo me gelekî girîng bû, ji ber Rêber Apo nameyeke watedar ji bo me şand. Di wê nameyê de hat xuyakirin ku pêwîste asta têkoşînê ji wiha bilindtir bibe. Di roja îro de gel di tevgerê de ye, li her derê gelên me yên azadîxwaz li qadan in. Berî demekê meşeke mezin ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê çêbû, meşeke bi bandor û dîrokî bû. Di roja îro de gelên me li ser asta cîhanê li ser piyan in û her tim çalakî ji bo azadiya fîzîkî didomînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em dibînin ku ji ber rewşa tevlîhev heya astekê çalakî rawestiyane. Lê dîsa em bi rêbazên xwe yê cuda weke hemû pêkhateyên herêmê kar û xebatê ji bo azadiya Rêber Apo kar dikin. Nemaze xwendina perspektîfên Rêber Apo ku gelekî sûd jê tê wergirtin. Em îro bangewaziyê ji hemû gelan li her derê û her demê dikin ku bila mijara me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo be. Çendîn êriş û qirkirin li ser me tên meşandin jî divê em hertim dozdarên azadiya rêberê xwe bin. Bi taybet em weke jin ji ber ku em deyndarên Rêber Apo ne, divê em rêzeçalakiyên xwe bidomînin û asta têkoşîna jinê bilindtir bikin.