Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Alîkariya koçberan erkekî mirovî ye’

15/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Alîkariya koçberan erkekî mirovî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan Kêfo/Amûdê

Tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên Rêveberiya Xweser  ji bo destekdayîna Koîberên Şerhba û Efrînê, di nava kar û xebatê dde ne. Mala Jin a bajarê Amûdê jî ji bo destekdayîna koçberan xwarin amade kir û li koçberan belav kir.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ceteyên Ehrar Alşam, Hemzat û komên girêdayî wan,  li ser herêma   Şehbayê û Telrifetê, bi hezaran koçberên Şehbayê û Efrînê koçberî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bûn. Jimareke ji malbatên koçber berê xwe dan bajarê Amûdê û gundewarê wê jî. Ji bo alîkariya koçberan gelê Amûdê û saziyên Rêveberiya Xweser ketin nava seferberiyê û li gorî derfetên xwe alîkarî û cih pêşkêşî koçberan kirin.

Di heman çarçoveyê de Mala Jin ya bajarê Amûdê jî ji bo alîkariya malbatên Koçber dest bi amadekariya xwarinê kirin û ji bo malbatan hat şandin.

Derbarê mijarê de Rêveberiya Kongra Star a bajarê Amûdê Fatma Bekir diyar kir ku alîkariya koçberên Şehba û Efrînê erkekî mirovî ye û wiha got: “Tevahiya gel li Amûdê ji bo peydakirina pêdiviyan ji bo koçberan ketin tevgerê. Her kesê li gorî derfetên xwe alîkarî pêşkêş kir. Em wekî mala jin li Bjarê Amûdê em berdewam alîkariyê pêşkêşî koçberan dikin, hin caran welatî jî alîkariyê radestî me dikin da ku em bighînin koçberan. Herî dawî hin welatiyên pera radestî me kirin da ku em xwarinê ji koçberan re amade bikin. Dimildest de em bi erkê xwe rabûn, me xwarin amade kir û ji bo malbatên me yên ji Efrîn û Şehbayê şand. Emê di hemû alêiyan de ji bo koçberên xwe alîkarbin û her wê alîkariyên me berdewam bin.”

Di heman çarçoveyê de berdevka Mala Jin a bajarê Amûdê Hemdiya Abdulah ji me re axivî û  wiha got: “Di destpêk de em spasiya her kesê ku alîkariya gelê me yê koçber diki, diokin. Ev alîkariya xwarinê bi alîkariya hin welatiyan hat amadekirin. Em bi hêvî ne ku gelê me di alîkariya xwe dde berdewam bin ji ber ku ev erk dikeve ser milê her kesî de. Em bi hêvî ne ku wê di demên pêş de deverên dagirkirî bên rizgarkirin, herwiha wê gelê me yê koçber vegre ser mal û axa xwe. Em hêvî dikin li her deverê aramî û aştî hebe.”

Hêjayî bibîranînê ye piştî hatina malbatê koçber yên ji Efrîn û Şehba ji bo bajarê Amûdê bi dehan isiyatîfên alîkariyê hatin destpêkirin.

Post Views: 130
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.