Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi karê xwe yê desta dixwaze çanda Kurdî biparêze

15/12/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
Bi karê xwe yê desta dixwaze çanda Kurdî biparêze
Share on FacebookShare on Twitter

Sûzan Ebas a ji Terbespiyê ye bi wênesazî û karê xwe yê dest dixwaze çanda Kurdî biparêze.

Jinên Kurd ên Rojava ji bo parastina nasnameya Kurd û mîrateya wê ya kevnar bi her awayî têdikoşin. Hinek ji wan bi riya rîş û rengan li dijî qirkirina çandî berheman diafirînin. Sûzan Ebas jî jineke Kurd a ji bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Sûzan Ebas jî ji bo parastina mîrateya çanda gelê Kurd, pêşangehek vekiriye û berheman lê pêşkêş dike. Li kêleka wê jî sûzan Ebas wêneyan xêz dike û wan wêneyan jî di pêşangehê de pêşkêş dike

‘Bûm mamosteya wênexêziyê’

Sûzan Ebas behsa destpêka jêhatîbûna xwe ya di warê wênexêziyê û karên destan de kir û got: “Jêhatîbûn ji destpêkê ve bi min re hebû ji ber ku min her dem wêne xêz dikirin û berhemên destan çêdikirin. Lê piştî Şoreşa Rojava derbasî peymangehên zimanê Kurdî bûm, piştre min beşa wênexêziyê xwend û her çû di vî warî de xurtir bûm, di dawiyê de bûm mamosteya wênexêziyê. Di ber karê xwe yê mamostehiyê de jî min her dem xwe di warê jêhatîbûna xwe ya karên dest de bi pêş dixist. Her dem min dixwest weke dayikan ber lepik, kum, papik û yelekan çêbikim. Pişte min xwest ez berhemên xwe ji malê derbixim û di pêşangehê de pêşkêş bikim. Min ev pêşangeh vekir û wêne û berhemên dest ên ez çêdikim min pêşkêş kirin. Piştgiriya malbata min bû sedem ku ez her dem karê xwe berdewam bikim tevî şert û mercên bajar ên zehmet ku em tê de bûn.”

‘Min bi îsrar û îrade berdewam kir’

Sûzan Ebas behsa zehmetiyên destpêkê û armanca wê ya bi parastina mîrateya çanda Kurd kir û wiha domand: “Zehmetiya destêkê di milê kar min de ew bû ku her kesê li bajar çêdikir. Her dem ji min re digotin wê berhemên te balkêş nebin û kes nema mîrateya Kurdan diparêze. Min bi îsrar û îradeya xwe berdewam kir û hişt ku karê min her dem bi pêş bikeve û her kes were ziyareta pêşangeha min. Amûrên ku ez pê kar dikim hemû tiştên xwezayî ne weke ax, av, pelên daran û hwd. Dema ku ez lepik an kumek çêdikim bi tayên hirî û sinareya ta çêdikim. Wêneyên ku ez xêz dikim piraniya wan ji rengên av û komirê ne. Armanca min bi vekirina pêşangehê ew e ku ez çanda Kurd biparêzim. Hemû tiştên ku di malên me yên kevin de hene weke destar û teşî wan di vir de bi cih bikim. Ji ber ku jinên Kurd çi bi destên xwe çêbikin xweş e û min xwest ez çanda xwe biparêzim.”

‘Divê em çanda xwe biparêzin’

Sûzan Ebas xwest di pêşerojê de pêşangeha xwe berfirehtir bike û daxwaz kir ku her jina Kurd mîrateya çanda Kurd di mala xwe de bibarêze û wiha bi dawî kir: “Projeyek heye ez dixwazim beşdar bibim, zarokên ku bi otîzmê ketine bi riya wênexêziyê wan tedawî bikim. Divê mirov ji xwe bawer be, jêhatîbûna xwe derxe holê û gotinên mirovan ên neyînî bandorê beke. Divê berhemên mîrateya Kurd li ku hebin di mala xwe de biparêzin ji bo em çanda xwe winda nekin.”   NÛ JINHA

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.