Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûriyê ber bi kûve

15/12/2024
in POLÎTÎKA
A A
Sûriyê ber bi kûve
Share on FacebookShare on Twitter

Remezan Olçen

Herkes ji bo Sûriyê behsa dewreke nû dike. Neheq nînin. Dawî li desthilata 61 salî ya rejîma Baas hat. Serokê rejîmê Beşar Esad êdî ti hukma xwe nîne. Li şûna rejîma rûxiyayî wê avadaniyeke çawa were danîn? Di vê avadaniya nû de wê cihê gelan, cihê bîr û baweriyan bi çi reng û şêwazî be? Cihê jinê wê di vê avadaniyê de çawa be? Têkiliya xwe ya bi dewletên cîran re li ser kîjan esasan be? Bi hêzên hegemon, bi hêzên cîhanê re çawa bide û bistîne? Gelek pirs hene ku ji îro heta sibehê mirov nikare bersiv bide wan. Lê heqîqetek heye ku ti kes li ser rûyê zemîn bi zilmê abad nebûye? Hemû peykerên zaliman tevî text û bextê wan, xan û mane wan diherife, heta di gorê de jî rehetiyek ji wan re nîne. Heqîqet ev e.

Dema mirov ji vê şibakê li Sûriyê binêre, mirov dikare hin tiştan bibêje, yan jî pêşbînî bike. Niha di halî hazir de li ser erda Sûriyê, beşa hêviyê dide; herêmên rêveberiya xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Ev heqîqeteke ku weke tavê eyan û beyan e. Bi derketina wê re cih ji tarîtiyê re tine. Lê li beşa din a Sûriyê, ji bo mirov bibêje rewş hêviyê dide wê ne rast be. Erê rast e, HTŞ erdeke mezin a Sûriyê xistiye bin hukma xwe lê di dawiyê de mêjî û dil de vê hukmê nikare bike. Bi devê tifingê niha hukmê dike. Li ser zimanên wan jî ayet û sûretên pîrtûka pîroz heye, lê ku ev lê pir mezin û bi mesafe ye, hêviyê nadin.

Ev e rêxistineke hevgirtî nîne. Kom û komikên di nav de hemû dinya alem dizane ku bermahiyên El Qaîde, El Nûsra û rêxistinên dîtir ên tundraw in. Bi çavê xenîmetê li xelkê, li mal û milkê xelkê mêyze dikin. Herçî kî ne ji wan be, malik lê wêran dikin. Hêzên hegemon her çiqas li ser îmaja wan bilebike û bixebite jî, mesele ne îmaj e, mesele rastiya wan e. Ev rastî bi guhetina îşlikekê naguhere. Proses û pêvajoyeke dijwar li pêşiya gelan li pêşiya bîr û bawrriyên li Sûriyê heye.

Di vê pêvajoya bi mij û moran de gelê Kurd û pêkhateyên herêmên xweser bi çarenûseke diyarker re rû bi rê ne. Dîrokê keyseke daniye pêşiya vî beşê Sûriyê ku bibe jiyana nû ya li herêmê giştî. Li pêşiya wan ji komên di nava HTŞ û SMO’yê de wêdetir dewleta Tirk heye. Dewleta Tirk weke kelemeke li ser navê statukoparêzên Rojhilata Navîn û cîhanî giş ji bo fetisandina vê hêviyê hem bi çeteyan hem jî bi dîplomasiyeke qirêjî dixwaze bigihîje mexseda xwe ya qirêjî. Ev jî rastiyeke din a li ser erdê ye.

Di demeke bi vî awayî de çi hêz nîne ku li dijî êrişan nexwaze qewetên xwe zêde bike. Çi hêz nîne ku tifaqên xwe neqîn neke. Madem rewş bi vî awayî ye û madem bi fikr û raman gelê Kurd pêşengî ji fikra Netewa Demokratîk re dike, madem em pêşengî ji jiyana nû re dikin, hingê karê me, erk û berpirsyariya me jî mezintir e. Em gotinê dirêj nekin, yanî kurt û kurmancî dema wê ye ku em weke gel bi hemû ferq û cudahiyên xwe tifaqa xwe, yekîtiya xwe, yekrêziya xwe çêbikin. Em vê ya bikin da ku wî dewîirmeyê bi navê Hakan Fîdan ku xulamtiyê ji dewleta Tirk a qirker û mêtinger re dike bila nikaribe bêje; em li Sûriyê bi Kurdan re didin distînin, em li Iraqê bi Kurdan re didin distînin. Bila ev dewşirme nikaribe siyaseta xwe ya qirkirinê bi vi awayî spî bike.

Li Rojjilata Navîn, li Sûriyê dewreke nû dest pê dike. Siyaseta qirkirinê derbên mezin xwariye. Heke di vê dûryana dîrokî de em bikaribin tifaqa xwe ya navxweyî zexim bikin, hinge em ê şoreşa xwe mezin bikin, hinge em ê êşên xwe kêm bikin, birînên xwe bikewînin. Hingê em ê bikaribin bi ziman, çand û nasnameya xwe bi serfirazî li ser erdê xwe azad bibin.

Post Views: 180
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.