Wednesday, June 4, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Doh li Şengalê îro jî li Rojava jin rastî tundiya DAIŞ’ê tê’   

15/12/2024
in JIN
A A
‘Doh li Şengalê îro jî li Rojava jin rastî tundiya DAIŞ’ê tê’   
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê doh li Şengalê îro jî li Rojavayê Kurdistanê tundiyê li dijî jinan dikin û qetlîaman li ser gelê kurd pêk tînin, bi taybet jina ku pêşengtî ji civakê re dike dibe hedefa dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo bi rojnameya me re axivî.

Dewleta tirk pêşengên şoreşa Rojava dike armanc

Cîhan Celo diyar kir piştî şerê  cîhanê ê sêyemîn de yên ku herê zêde dibe qurbaniyê wî şerî û êşê dikêşîne jin û zarokin û wiha got: ” Dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin bi tunekirina  jinê  siyaseta xwe ya qirêj ya  ku niha diqewime bidomînin. Rêya ku jinê di nav tevgera azadiyê de nexşereya wî diyarkiriye  taybet ji bo jinê rojavayê kurdistanê û şengalê cudabûnekî xwe heye,  ji ber şoreşa rojavayê kurdistanê ji 2011’an heta niha  serketiye û bi navê tekoşîna jin Rêveberiya xeser hatiye naskirin. Hêzên ku li rojavayê kurdistanê hatine avakirin û pêşketinên ku bixwere aniye bi pêşengtiya jinê çêbuye ji ber wî jî dewleta tirk herê zêde jinê dike hedef, dîwî ferqê da ye ku dema ku jin rabe wê  xwedî li heqîqet  û rastiya xwe derkeve. Sîstema ku li rojavayê kudistanê hatiye avakirin jin di nava karê siyasî û eskerî de cîhê xwe digre dixwazin wî zeîf bixin ger jin zeîf bikeve sîstema ku niha rêveberiya xweser li rojavayê kurdistanê dide meşandin ji bo ku hilweşînin bi hemû hêza xwe êrîş dike.”

Dewleta tirk DAÎŞ’ê bi navên cûda belav dike ji bo  ku jin xwe bi rêxistin neke 

Cîhan wiha domand: “Herî dawiyê jî şerê ku li Heleb, Şehba û Minbicê  hat meşandin de me dît ku  DAÎŞ’ê bi alikariya dewleta tirk xwe bi rêxistin dike û bi navên cûda cûda derdikeve holê bi deste wan koman gelek jin hatin qetilkirin tecewûzkirin û tacîzkirin. Ger HTŞ’ê di wan hereman de cîhên xwe bigrin jin nema dikarin wek bere tevger bikin û sîstema ku niha li Bakur û Rojhilatê suriyê tê  meşandin cîhê ku HTŞ’ê têde bicîh buye nikaribe bi serbikeve.

Dewleta tirk bi belevakirina komên çeteyan li bakur û rojhilatê sûriyê dixwaze di serî de derbe li jinê bide da ku nikaribe di nav xebatên siyasî, leşkeri û civakî de  hebûna xwe bidomîne. Jinên ku niha li Şexmeqsûd û Eşrefiyê li ser esasê şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin û piştgiriya şervanên xwe dikin, dewleta tirk jiber ku hevgirtina gelan hezim nake dixwaze bi rêya êrîşan koçberî di nav gel de çêbike. Jina ku  bi ziman çand û axa xwe ve girêdayî ye li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye û rastiya Rêber Apo naskiribe tucarî li hember êrîşan zeîf nakeve. ”

Dewleta tirk li hemberî rêxistina jin tengavbûye

Cîhan da zanîn ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî niha jî li Kobanê, Êyn Îsa û Minbicê li ser jin û zarokan komkujiyan pêk tîne û wiha got: “3 jinên ku di nav rêxistina Zebûbya de xwe birêxistin kiribûn bûn armanca êrîşên dewleta tirk.  divir de jî me dît ku dewleta tirk û çeteyên wî çiqas li hemberê rêxistin û yekbuna jin tengavbûne,  herwiha ji malbatek 8 ji malbetek jî 6 û 12 kes hatin qetilkirin siyaseta ku dewleta tirk niha li rojavayê kurdistanê dimeşîne binketina xwe dixwaze li rojava yê kurdistanê serwer bike. Heta niha tu saziyên mafê mirovan û nejî yên dewletên navnetewî  li hember êrîşên dewleta tirk yên li ser jin Zarok û civakê nasekinin. Sîstema ku jin xwe li ser bi rêxistin dike li dijî saziyên mafên mirovan  dewletên desthilatdarin, ji bo ku  hekîmiyeta xwe li ser sûriyê bikin rê didin dewleta Tirk ku êrîşên hovane li ser jin û zarokan pêk bînin.”

Çeteyên dewleta tirk di sala 2014 ‘an de bi rêya jina êzîdî xwestin civakê qir bikin

Cîhan bi bîrxist ku  Di sala 2014 ‘an de jî çeteyên DAÎŞ’ê ên girêdayê dewleta tirk xwastin bi rêya jina Êzîdî re civakê qirbikin, û got” bi tekoşîn û berxwedaniya tevgera azadiyê civaka êzîdî ji  tarîtiyê hat xilaskirin. Di nav civaka êzîdî de cara yekem jinan  hêza leşkeri avakir û di warê civakî siyasî û dîplomasî de gav avêt û xwe birêxistin kir. taybet tevgera jin TAJÊ ji qirkirinê xwe kir hêz û ji fermanê re bû bersiv. Heta niha jî êrîş li ser tevgera azadiya jinên Êzîdî tên kirin hem êrîşên leşkerine hem jî êrîşên şerê taybet tên meşandin ji ber ku dijminê civaka Êzîdî elîmiye ku civaka êzîdî ji bo xwe û berjewendiyên xwe karbîne taybet jî jin.  Em dibînin ku di nav rêveberiya xweser û tevgera azadiyê de jin gelek caran bi şerê taybet re rû bi rû dimîne  ku ji civakê dûr bixin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jina êzîdî nexşereya xwe çêkir. Hemn siyaset li başurê kurdistanê de jî tê jiyankirin di kampê başur de gelek jin ji bo fihûşê têne karanîn û di nav civakê de bi deste jinê ji bo meslehetên xwe sîxurtî pêşdixin , fermana herê mezin ewe ku jin bi erêkirina malbatê û erêkirina civakê kare fihûştiyê bike dijmin jî bi vî awayê dixwaze dest bavêje wan ji bo  karanîna sixûrti û fihûşê.”

Jin li dijî zîhniyeta desthilatdar tekoşîn dike  

Cîhan got ku “Jin li Rojava û Şengalê li dijî zihniyeta desthilatdar tekoşîn dike ji bo ku mafê xwe yê hezarê salan  bi dest bixe û azadiya xwe û civaka xwe mîsoger bike. Derfet û îmkanên jina êzîdî û jinên rojava gelekin ku di nav sîstama rêveberiya xweser de fikre netewa demokratîk ku her netewek di nav xwe de dihewîne û li derdora xwe komdike cîhê xwe têde digre. dinava sîstema rêveberiya xweser a şengalê de jinên kurd û ereb bi hevdûre dikarin xebat bimeşînin, taybet qada şengalê ji qadên din hindek cûdatire ji ber ku jin hertim di malê de hatibû hîştin pişte ku jina Êzîdî rabû dewa mafê xwe kir ji aliye dewleta tirk û hevkarê wî PDK ‘ ve hat hedefgirtin.”

‘Pêwîste jin di warê siyasî de rola xwe bileyîze’

Cîhan bang kir Ji bo ku êrîşên dewleta tirk werin şikandin taybet di warê siyasî de pêwîste jin rola xwe bileyîze, di warê dîplomasî de jî êrîşên ku li ser jin û civakê tê kirin pêwîste di mehkemeyên dualîde werin tespîtkirin ku çend jin bi destê dewleta tirk de hatine qetilkirin hevrîn xelef, Zeyneb Sarûxan û herê dawîyê jî hersê jinên din av rêxistina Zenûbya de û jinên Êzîdî yên ku di fermanê de derbasbûn  û bi hezaran jinên ku bi deste dewleta tirk û DAÎŞ’ê hatine qetilkirin pêwîste ev hemû di mehkemeyên dualide hesab werin pirsîn û di dewletên navnetewî de jî taybet li ser êrîş û tecawûzan  were sekinandin.  Ji bo ku pêşî liwan êrîşan were girtin pêwîstî bi yekbuna jin heye ku yekîtiya xwe avabikin. Êrîşên ku niha dewleta tirk li rojavayê kurdistanê û şengalê li dijî jinê pêk tîne pêwîste li hemû dunyayê were eşkerekirin.  Li hember zihniyeta dewletperest pêwîste tekoşînekî mezin were meşandin. Di aliye zanista jin Jîneolojî de pêwîste jin xwe bêhtir pêş bixe li dîrok û heqîqete xwe xadî derkeve û di nav fikre netewa demokratîk de kar û xebatê xwe pîşbixe.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo jinê diparêze’

Cîhan di dawiyê de bang li jinan kir û got” Ji bo ku em mafê xwe destbixin û êrîşên li ser jin û civakê bişkînin, asta xwe ya tekoşînê xortir bikin û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin bikin. Yên ku mafê jinê biparêze fikir û felsefeya Rêber Apoye. Di nav sîstema Netewa Demokratîk de jî hemû netewan li derdora xwe kombikin ku em bikaribin li pêşiya êrîşên dewleta tirk yên li ser civak û jinê bigrin. Taybet ji bo jinên ku niha li kampên Başurê kurdîstanê ji dijmin re kar û xebat dikin pêwîste rê nedin dijmin ku fermana sipî li ser jinan bimeşînin çawa ku di sala 2014’an de xwastin bi rêya jin me qirbikin pêwîste em nehilin ku dewletatirk û çeteyên wî  heman siyaset li ser me jinên êzîdî bide meşandin.”

Post Views: 193
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.