Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi tabloyên jinan jiyan tê xemlandin’

11/12/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Bi tabloyên jinan jiyan tê xemlandin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Wênesaza kurd Ehlam Xalid diyar kir ku ew bi hunere wenasaziyê ve pir girêdayî ye, xeyalên wê ew e ku pêşengiheke taybet vebike û tabiloyên taybet bi jinên kurd pêşkêş bike.

Wênesaze kurd Ehlam xalid ji bajarê Dêrikê ye, lê dema niha li bajarê Qamişlo jiyan dike. Elham di sala 1992’ an de li Dêrikê ji dayîkî bûye, zaroktiya li gund Şekirxajî yê girêdayî navçeya Dêrik jiyana kiriye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Dêrikê bidawî kiriye. Herwiha beşê Wêjeya Ingilîzî li zanîngehê Şamê xwendiye, di sala di 2018’an de berî ku ji zanîngehê derbiçe dest bikarê mamostatiyê dike. Ji wê demê heta roja îro karê mamostEtiyê û wênesaziyê dike.

Di derbarê jiyan û hunera wênesaziyê, wênesaz Ehlam Xalid  ji rojnameya me re axivî.

Ji zaroktiya xwe ve dest bi wênexêziyê kiriye

Ehlam Xalid anî ziman ku wê ji zaroktiya xwe ve dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û wiha domand: “Dema ku ez bûm refa 10’an min karê wênesazî sekninad, ji ber xwendinê lê dema ku min xwendina xwe ya zanîngehê bi dawî kir, min dest bi karê wênesaziyê kir. DestpêKê min li mal dest pê kir û beyî ku ez herim perwerdeyê ez fêr bûm. Destpêkê min tabolyên xwe bi pênûsa risas xêz dikirin, min xwe li ser van tabloyan perwerde dikir û bi giştî tablo li ser kesyetan xêzdikirn. Herwiha ev zêdeyî salekê ye min dest bi xêzkirina tabloyan bi rengê zeyîtê kiriye.”

‘Wênesazî rihyetiyê dide mirov’

Ehlam Xalid da zanîn ku xêzkirin rihetiyê dide canê mirov û wiha pê da çû: “Dema ku mirov xêz dike, mirov derbasî cîhaneke xeyalî dibe. Herwiha hin caran ez êşa van kesan di tabloyên xwe de derdixim û rihetiyê dibînim. Di heman demê de ez bi tabloyên xwe rengê jina kurd nîşan didim. Ez tevlî sê pêşengehan bûme, du pêşengeh li bajarê Qamişlo û pêşengehek li bajarê Reqayê bû, di van her sê pêşengehan de tabloyên min hatin qebûlkirin. Ji ber ku di van tabloyan de rengê jina kurd nîşan didim.”

Daxwazên Elham xalid

Wênesaza kurd Ehlam Xalid axaftina xwe wiha bidawî kir: “Daxwaza min ew ku pêşengeka min ya taybet vekim, ji bo ku zarokan perwerdê û fêrî xêzkirinê bikim. Herwiha bi taybet dixwazim ku zaokan fêrî xêzkirina tabloyên jina kurd bikim, ez dixwazim ku tabloyên min bigihêjin asta cîhanî bi taybet tabloyên ku rengê jina kurd nîşan dide. Ez hewl didim ku tabloyên xwe li pêşbixim ji bo rengê mirovî rastî derxim li pêş.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.