Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ketina Esed ji bo gelan bû azadî û ronahiya jiyanê

09/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
ketina Esed ji bo gelan bû azadî û ronahiya jiyanê
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Pêkhateyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ketina Esed ji bo gelan bû azadî û ronahiya jiyanê, her wiha destnîşan kirin ku êdî bihna paqijiyê ji bajaran di hat.

Bi hezar salan Rêjîma Bass li ser Suriyayê hukmê xwe dimeşand, bi awayekî hovane desthiledar li ser gel dide meşandin. Bi taybet li ser gelê kurd ku hebûna kurdan di Suriyê de dabû tune kirin, ti kes mikarîbû bi zimanê dayikê yê kurdî bi axive. Kurd di Suriyê de bê par mabûn, lê bi berxwedaniya 13`e salan ji şoreşa Rojava re, deskeftiyên herî mezin hatin bi destxistin.

Piştî ku Esed ket, hêviya gelên Sûriyê mezin bû, di heman demê de xewnên gelen pêk hat êdî roja ku Esed ket wekî roja ronahiyê û azadiyê bi nav kirin.

Welatiyên bajarê Qamişlo ji bo bin ketina Esed û serkeftinên ku hatin bi destxistin, hestên xwe ji Rojnemeya me re parvekirin.

Bekir Ferhan ku bi navê Bavê Goran tê nasîn wiha axivî û got: “Gelê Kurd gelek êş û îşkenca ji Rêjîma Basê dîtin, her dixwestin ku kurdan bidin helandin. Me tenê xeyal dikir ku em bibin xwedî hêz, felsefa, maf û nasneme, lê ev yek ne tenê xewn û xeyal derket, bû rastiyek em niha xwe azad dibînin û alên kurdan li azmanan hatiya xemlandin. Ketina Esed jiyanekî nûye ji me re.”

‘Em bi hêviya serkeftinên hîn mezintirin’

Di heman çarçoveyê de Emîr El-Necim ku yek ji pêkhateyên Ereban ne diyar kir ku ew pir kêfxweşin bi ketina Esed û ji nû ve xwe azad hîs dikin di nava parastina QSD`ê de û wiha got: “Dema ku Esed li ser Sûriyê bû em di nava zor û destheledariyê de bûn, lê di roja îro de em wekî gelên Ereb gelek kêfxweşin ku Hêzên QSD`ê me ji vê tarîtiyê rizgarkirin. Em bi hêviya serkeftinên hîn mezintirin û baweriya me bi Hêza QSD`ê heya wê gelek destkeftiyên mezin bi ser bixe, di herî dawî de ez dibêjim bijî serok Apo û bijî berxwedana gel û hêza QSD`ê.”

‘Kurd ne kurdên berê ne’

Di heman demê de Liwar Hecî da xuyakirin ku roja ketina Esed bihna azadî û paqijiyê dihay û wiha domand: “Em bi sala benda vê roja ku em bibînin Rêjîm û Esed bin dikevin, hestekî pir cudaye ku îro alên kesk û sor û zer li her derê hatiye bilind kirin. Êdî bihna azadî û paqijiyê ji bajarên me tên, ev hemû jî bi keda şehîdên me yên şoreşê û hêzên me ku xewin û xeyalên gelê xwe bêk anîn û kirin rastî. Êdî xilas ji zilim û zordariyê re, em dikrin bêjin ti bi xêr hatî jiyaneke nû, bê zor û destheledarî. Di herî dewî de ez dikarim bêjim dijminên me ku kurdên niha ne kurdên berê ne, ji ber vê yekê em bê par namînin, em xwedî hêz, îrade û felsefene.”

Post Views: 158
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.