Birûc Resûl/Qamişlo
Endamê Mecilsa Giştî ya Kombenda Efrîn a Civakî Ibrahîn Heftaro diyar kir ku pêwîste hemû saziyên mafên Mirovan û Neteweyî bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û got: “Pêwîste her kes bi yek rihî dest bide van penaberên Efrînê û insiyatîfa alîkariyê wê dewam bike.”
Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê sala 2018`an Efrîn dagir kirin, zêdeyî 200 hezar Efrînî neçar mabûn koçî Şehbayê bikin. Koçberên li Şehbayê ku sê aliyên wan ji aliyê çeteyan, aliyekî wan jî ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû dorpêçkirin, hem ji bo jiyanê têkoşiyan hem jî li hemberî êrişên çeteyên dagirker li ber xwe dan. Piştî ku 27`ê Mijdarê Heleb û Idlib ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, Şehba vê carê ji çar aliyan ve dorpêç bû. Di encama vê yekê de 2`ê berfanbarê êrişên li ser Til Rifet û Şehbayê giran bûn û herêm hate dagirkirin. Ji ber vê dagirkeriyê jî xelkê Efrînê cara duyemîn neçar ma ku koç bike.
Li ser vê esasê Kombenda Efrîn a Civakî dest bi Insyatîfa alîkariyê kirine ji bo alîkariya koçberên Heleb û Şehba yê, her wiha bengewazî ji bo hemî cihanê kirin da ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovahiyê derkevin.,
Derbarê destpêkirina insiyatîfa ji bo penaberan ku Mecilsa giştî ya Kombenda Efrîn a Civakî pê rabû, endamê kombendî Ibrahîn Heftaro ji Rojnemeya me re axivî.
Ibrahîm Heftaro di destpêka axaftina xwe de palkişand ser rewşa penaberên Heleb û Şehba û wiha got: “Me wekî gelên Efrînê Kombena Efrînê a Civakî li bajarê Qamişlo avakiriye, bi armanca ku bi gelên Efrînê re bibin destek û alîkariyê pêşkêşî wan bikin. her wiha wek tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2018`an de Efrîn dagir kirin û gel neçar man ku koçî Şehbayê û Helebê bibin. Li Şehbayê heta ku jiyana xwe bidin rûniştandin demeke dirêj gel li ber xwe dan û dawiya dawî şert û mercên jiyanê afirand. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehbayê her tim dewam kir, lê belê gel şert û mercên xwe yên jiyanê afirand. Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dawî cara duyemîn gel neçar man ku koç bikin. Êrişên li ser Şehbayê gelekî giran bûn û çekek nema ku li dijî gel bi kar ne anî. Li pêşiya çavên cîhanê sivîl hatin qetilkirin û şer jê kirin.”
‘Insiyatîfa alîkariyê’
Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Efrîn di rewşekî zor û zehmet re derbas dibe, di heman demê de em dikarin bîjin di komkujiyekê re derbas dibe, gelê Efrînê pir êş dît û heya roja me ya îro bi hezaran gel koçber dibin. Li ser vê bingihê me wekî Kompenda Efrînê a Civakî dest bi insiyatîfek kirin, ji bo alîlariya hemû koçberan ku ji Şehba û Helebê, raste belkî derfetên me yên mezin tuneya wekî ku em ji wan re malan peyda bikin, lê belê bi alîkariyê tenê em dikarin cil û bergîn zivstanî, betan û sifinc ji wan re bidin peyde kirin. Ji ber ku hijmara koçberan bi hezaran ne û bi sedan hatina bajarê Qamişlo, heya dawî em ê li kêleka wan bin û berxwe bidin.”
‘Bang ji bo hemû saziyên mirovî’
Di herî dawiyê de endamê Mecilsa Giştî ya Kombenda Efrîn a Civakî Ibrahîn Heftaro bang li tevahî cîhanê kir ji bo alîkariyê û wiha doman: “Bangewaziyên me ji bo hemû saziyên mafên Mirovan û Neteweyî ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin. Di heman demê de daxwaze me ji Rêveberiya Xweser heye ku ev malên vala ku xwediyên wen derketina derveyî welat, bidin koçberan heya ku demsala zivistanê bi qede. Pêwîste her kes bi yek rihî dest bide van koçberan. Ev insiyatîfa ku me daye destpêkirin wê dewam bike.”