Argêş Vîyan/Qamişlo
Endamê Komîteya Amadekar ya bicihkirina welatiyên Şehba û Helebê û endama Kombûyina Zenûbya ya jinan Jiyan Dêrik anî ser ziman ku amedekarî ji bona bicihkirina welatiyên ji ber êrîşan koçber bûne didome û wiha got “Emê heya dawiyê li dijî kiryarên dijmirovî yên dagirkeriya tirk û çeteyên wê gelê xwe biparêzin”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê ji bo pêşwazîkirina koçberên ji kantona Efrîn-Şehba û gundewarê Helebê navendên bicihkirinê yên demkî amade kirine. Bi 10 hezaran koçber gihiştine Tebqayê û koçberî bi koman dewam dike. Rêveberiya Xweser beriya ku koçber derbasî heremê bibin, ji bo pêşwazîkirina wan 4 kon li deriyê El Bû Asî vedan.
Li salona werzîşê ya li Reqayê jî 20 kon hatine vedan li dibistanan jî 750 ode hatine amadekirin. Li van navend û konan xwarin, vexwarin û pêwîstiyên tenduristiyê û hwd. hatin bicihkirin.
Derbarê amadekariyên ewlehî û cihkirina koçberên Heleb, Şehba û Til Rifet de, Endamê Komîteya Amadekar ya bicihkirina welatiyên Şehba û Helebê Jiyan Dêrik agahiyên girîng yên dawîyê ji rojnemeya me re parve kir.
‘Welatiyên ku ji ber êrîşên hovane yên çeteyan derbasî heremên bi ewle dibin’
Endamê Komîteya Amadekar ya bicihkirina welatiyên Şehba û Helebê Jiyan Dêrik ragihand ku piştî destpêkirina êrîşên çeteyên girêdayî Dewleta Tirk ya dagirker li ser Heleb, Şehba û Til Rifet me wek saziyên Rêveberiya Xweser hewildan kir ku em gel ji êrîşên çeteyan biparêzin û bigihînin heremên bi ewle û wisa dest biaxaftina xwe kir: “Piştî êrîşên çeteyên Bi navê El Nûsra, Tehrir El Şam yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker li ser bajarê Heleb, Şehba û Til Rifet dan destpêkirin gelê me yên sivîl bi darê zorê ji cihê û warên xwe derketin û ji neçarî berê xwe dane deverên bi ewle yên mîna bajarê Tebqa û Reqayê. Di berxwedaniya keç û xortên Kurdan ya bêhempa li hemberî dagirkerên tirk û çeteyên girêdayî wan dê armanca lûtkeya serkeftinê ye. Gelê me yên Efrînê yê berxwedêr ji ber kiryarên dagirkeran napejirînin û mêtingeriyê qebûl nakin hertim koçberî û penaberbûnê ve rû bi rû dimînin û rastî êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê tên. Hêzên parastinê û welatiyên ku ji ber dagirkeriyê hatibûn Şehba hate destpêkirin. Ji ber serfirazî û ewlehiya gelê xwe yê Efrînî û Helebê me amadekarî ji bona wan kirin. 2‘yê Kanûna 2024’an komên destpêkê yên koçberan derbasî bajarên weke Tebqa û Reqa bûn. Hejmarek zêde welatî derbasî heremên me bûn. Di nav wan niştecihên ji ber êrîşan hatin e, ne tenê Kurd di heman demê de pêkhateyên din jî yên wek Ereb û Asûrî jî hebûn. Niha jî gelek welatî jin û zarok jî tê de, deriyên sînor yên di navberê de hene û li benda derbasbûna herêmê bi ewle ne. Gelek xwenderakrên zanîngehê yên li Helebê jî derbasî bajarên weke Qamişlo û Hesekê bûn û Amadekariyên di asta jor da ji milê Rêveberîya Xweser û saziyên girêdayi rêveberiyê hatin kirin. Ji ber ku hejmarek zêde welatî derbasî herêmê bûn ev yek jî ji bona xebatkaran kêmekê zehmetî dide avakirin. Taybet Kampa koçberên Efrinê li Şehba pir welatiyên me li wir asê mane û hindek jî dîl ketine destê çeteyan. Em heya agahiyek zelal ji wan kesan negirin em nasekinin. Bi taybet jinên ku li herêma Şehba dijîn rastî zext û tûndiya çete û leşkerên dagirkerên Tirk tên. Li di ragihandinê de dîmenên ku têde sûcên dijmirovî yên li hemberê jinan têne meşandin li ber çavê giştî cîhanê pêktê. Ji bona pêwîstiyên welatiyan yê rojane amedekarî hatiye kirin, lê ji ber ku demsal Zivistane, gelek zor û zehmetî tê jiyankirin.”
‘Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê ji bona alîkariya koçberan her tim di nava kar û xebatê de be’
Jiyan Dêrik balkişand li ser zehmetiyên ku welatî rû bi rû mane heyanî ku derbasî heremên bi ewle bûn û wisa axaftina xwe domand: “Hewildanek mezin ji aliyê Revebiriya Xweser ve hatiye kirin ji bona gelê me bi rengekî saxlem derbasî herêmên ewle bibe. Ji ber di nav wan welatiyan de yên ku nexweş û mirovên temen mezin jî hene. Di heman demê de yên zarok û jinên dû canî jî hene. Zextên li hember jinan li ber çavê hemû cihanê dimeş e. Ev astengîyên ku gelê me têre derbas dibin û êrişên hovane yên ku li ser gel tê meşandin li hemberî wê raya giştî bê deng e.
‘Divê li hemberî wan kiryaran saziyên mafên mirovan bi erkên xwe rabin’
Jiyan Dêrik helwesta saziyên mafên mirovan rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “Derbarê kiryarên li hemberî gelê me tên kirin, helwesta me zelal e. Hertim gelek kesayet yên ku dibêjin em rewşenbîr û zanyar ji bona welatên weke Filistînê digirîn û rexne dikin. Raste ev helwesteke mirovî ye, lê dema mijar dibe gelê Kurd û Kurdistan cîhan giştî bêdeng e. Ev bêdengî tê wate ye erêkirina dagirkeri yê. Heleb, Şehba û Til Rifet ne bajarê kesê ye, me bajarên ti kesê jî dagir nekir ye. Bi hezaran şehîd ji bona parastina vê axê hatiye dayin. Ji ber ku gelê Efrînê li hemberî dagirkeriya tirk û çeteyên wê serî netewand, ji ber vê yekê qirkirin li ser tê meşandin. Em bangê saziyên navnetewî yên mafê mirovan dikin ku erkên xwe pêkbînin û li hemberî sûcên dijmirovî yên ku li ser gelê Kurd tê meşandin bêdeng nemînin.