Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nirxê cilên nû li gorî salên borî pir bilind bûye’

04/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Nirxê cilên nû li gorî salên borî pir bilind bûye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Bihabûna cilên nû û bi taybet yên zivistanî zehmetiyê derdixe pêş welatiyan. Firoşgehê cilan yên bajarê Qamişlo sedema bihabûna cilên nû bi bilindbûna nirxê dolar û gumrikê re girêdan. Welatiyên bajarê Qamişlo jî diyar kirin ku ji ber bihabûna cilên nû ew berê xwe didin cilê bale.

Bi dirêjbûna kirîza Sûriyê re ku dikeve sala xwe ya 14’an, abaoriya tevahiya Sûriyê ziyaneke mezin dîtiye, ji ber wê lîreya Sûrî li hemberî dolarê Amrîkî têk çûye.  Ji ber wê jî buhayê her tiştî çendan caran bilind bûye. Wekî tevahiya Sûriyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pirsgirêka bihabûna cilan heye, bi taybet cilên zivastanî. Ji ber wê welatî neçar dimînin ku berê xwe bidin kirîna cilên bale.

Di derbarê buhabûna cilên nû li bazara bajarê Qamişlo, firoşkarekî cilan û welatiyên bajar ji rojnameya me re axvîn.

Sedema bihabûna cilan

Firoşkarekî cilan li bazara bajarê Qamişlo  yê bi navê Gulan Silo da zanîn ku sedema buhabûna cilê nû, anîna cilan ji derveyî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha got: “Piraniya dikanên bazara bajarê Qamişlo bedehetên cilan ji bazarganên herêmî û derveyî herêmê dikirin. Ji ber vê yekê cilên nû gelekî buhane. Herwiha bihabûna dolar jî rolekî dilîze. Dema cil ji derveyî herêmê tên, gumirk ji bo derbaskirina wan tê standin. Herwiha xwediyê dikanên cilan û bazirgan jî feyîda xwe tavêji li ser nirxê firotina cilan. Di encamê de xwediyê dikanan cilan bi nirxekî buha difiroşin welatiyan. Sedema wê jî , ji ber ku kiriya dikanan mehane zêdeyî 250 dolare, di heman ddemê de firoşkar periyê elektirîka jînatoran jî dide. Ji ber vê ew neçar dibe ku cilan buhatir bike. Niha ne tenê cilên nû buha ne , cilên balê jî buhabûne, ev tev girêdayî rewşa aborî ya têkçûyî ye.”

 ‘Li gorî derfetên xwe em bi welatiyan re alîkarin’

Firoşkarê cilan Gulan Silo axaftina xwe wiha bidawî kir: “Firoşkarin hene fayîdeya xwe dêde diin û hin hene pir zêde nakin. Di encamê de yê ku cilan pir buha difroşe welatî kêm tên gel wî, herwiha yê ku buhayê cilan zêde nake welatî pir tên gel wî. Pêwîste em bi gel re bibin alîkar, ji ber ku em dizanin divê demê de rewşa ku em têde jiyan dikin nebaş û gelek welatî bi zor xwarinê peyda dikin.”

’Buhabûna cilan bi sedema buhabûna dorale’

Di heman çarîoveyê de, welatiya bi navê Roz Ibrahîm destenîşan kir ku berî çend salan welatiyan cilên balê zêde dikrîn ji ber ku nirxê kirîna wan pir kêm bû, lê niha nirxê cilê balê jî zêde buhabûne û wiha got: “Berî çend salan xelkê berê xwe didan cilên balê, lê di dema niha de nirxê buhabûna cilên balê jî zêdebûye. Herwiha ji ber ku cilên balê cilên eropîne, niha di vê demê de cilên balê nîvê nirxê cilên nû ne, buhabûna cilên balê jî ji ber buhabûna doral û hem jî gumirk li ser heye, divê demê xizanî li herêmê zêdebûye û rewşa abûrî ya hin welatiyan nebaş pêwîste xwediyên dikanên cilan bi welatiyan re bibin alîkar.”

Post Views: 179
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.