Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newaya Jin panoramaya jinê ya salê destnîşan kir

04/12/2024
in JIN
A A
Newaya Jin panoramaya jinê ya salê destnîşan kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Newaya Jin bi manşeta ‘Rêberê me Jin, Jiyan, Azadî ye’ bal kişand ser berxwedana wan jinan ku mohra xwe li sala 2024’an xistin.

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin di hejmara xwe ya Kanûnê de berxwedana jinê ya ku mohra xwe li sala 2024’an xist bi sernavê ‘Rêberê me Jin, Jiyan, Azadî ye’ kir manşet.

Hevrêya hevrêyan evîn goyî

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku Evîn Goyî (Emîne Kara) ku di Komkujiya Parîsê ya Duyemîn de hate qetilkirin, pêşengeke jinê bû ku xwedî têkoşîneke ji 32 salan bû û got, “Evîn xwedî karaktereke berxwedên bû ku hêz dida hevrêyên xwe, rê nîşan dida. Navenda moralê ya şoreşgeriya jinê bû. Weke Partiya Jinê ya Azad a Kurdistanê heta ku têkoşîna Evîn, Sara, Rojbîn û Ronahiyan bi ser bixînin, em ê nesekinin.”

Di rûpelên Kurdî de jî nivîskar Dengîr Guneş bal kişand ser heman mijarê û destnîşan kir ku bi mezinkirina têkoşînê hesab ji komkujiyan hatiye pirsîn. Dengîr Guneş got, “Ne tenê li hemberî komkujiyên Parîsê li dijî hemû komkujiyên li hemberî jinan em ê têkoşînê mezin bikin.”

BI PÊŞENGIYA JIN, JIYAN, AZADÎ

Zeynep Atli qedexekirina dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya beriya 25’ê Mijdarê bi bîr xist û rojeva tevgerên jinan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand. Atli diyar kir ku li hemberî êrîşên yekpare yên li hemberî jinê pêwîstî bi têkoşîneke yekpare heye û got, “Dirûşmên ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê; Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Têkoşîna me ji bo me hemûyan e’ diyar e wê rê nîşanî sala nû bide.”

Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag ji Latîn Emerîkayê heta bi Hîndistanê, ji Bûrkîna Faso heta bi Fransayê, ji Fîlîstînê heta bi Îranê rojev û têkoşîna jinê, her wiha êrîşên bi serweriya mêr nirxand.

Rojeva salê ya Başûr û Rojava

Ji nivîskarên rûpelên Kurdî Bêrîtan Zagros bûyerên salê yên li Iraq, Şengal û Başûrê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku li Iraqê têkoşîna jinan a li hemberî hewldanên guhertina qanûna medenî rê da pêşiya sala nû. Şervîn Nûdem jî ragihand ku li gel êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk jî li Rojava jinan pêngava rêxistiniyê mezin kirin.

Şehîda destpêkê ya akademiya jineolojiyê

Ji nivîskarên rojnameyê Heja Zerya qala çîroka jiyanê ya Malda Kusa kir ku şehîda destpêkê ya Akademiya Jİneolojiyê ye.

ji pênûsa medya doz

Di rûpela bîranînê ya rojnameyê de nivîsa ‘Nazê ya di dilê çiyê û çiyayiyan de’ ya Medya Doz û helbesta Dilzar Dîlok a ji bo Gulistan Tara hate weşandin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.