Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca Radiyoya Dirbêsiyê gihandina dengê rastiyê ye

01/12/2024
in POLÎTÎKA
A A
Armanca Radiyoya Dirbêsiyê gihandina dengê rastiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Rêveberiya Radiyoya Dirbêsiyê FM Rîhan Hesen diyar kir ku Radiyoya Dirbêsiyê 1’ê Çile di sala 2016’an ve hatiye damezrandin, radyo xwe li ser felsefeya Rêber Apo dide avakirin. Armanc ji damezrandina radiyoyê derxistina dengê rastiyê, azadiya jin û meşandina Netewa Demokratîk e.

Radiyoya Dirbêsiyê li ser asta Dirbêsiyê û gundewarên wê ye pêla wê 108’e. Hijmara karmendên radiyoyê 12 kesin 6 jin û 6 xortin. Her yek ji wan bernameyek wan ya taybet heye û her yek bi rengekî cuda pêşkêş dike. Radiyoya bernameyên civakî, jin, zarok, siyasî, bîrdozî pêşkêş dike. Di heman demê de guhdide bûyerên lezgîn jî da ku guhdarên wan ji her tiştî re agahdar bin.  Radiyo ji seat 6 û nîvê sibehê heya 12’ê êvarî weşana xwe bi rengekî zindî dike. Di derbarê kar û xebatên Radiyoya Dirbêsiyê ji destpêka avabûna wê heya roja îro Rêveberiya Radiyoya Dirbêsiyê FM Rîhan Hesen ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatê Radiyoya Dirbêsiyê

Rîhan Hesen diyar kir ku ji destpêka avabûna Radiyoyê heta roja îro herî zêde weşan bal dikşîne li ser dozên jinan, mijarên Siyasî, civakî, hunerî, zarok, bîrdozî, xizmetguzarî û wiha got: “Radiyoya Dirbêsiyê ne tenê xwe di aliyekî de daye avakirin. Lê berûvajî wê hemû beşan digre nava xwe. Bi taybet di aliyê jinê de herî zêde xwe dide pêş û bernameyên jin di milê bîrdozî de tên pêşkêş kirin. Armanca me ji girtina hemû aliyên jiyanê ew e ku em hertiştî ji guhdaran re pêşkêş bikin.  Seatên destpêkirina bernameya radiyoyê ji seat 6 û nîvê sibehê heyanî 12’ê êvarî zindî weşana xwe dike. Bernameya me bi sirûda Ey Reqîb destpê dike. Bernameya Rojbaş ji seat 8 û nîv dest pê dike heya 11’an, ji guhdaran re him quncik nivîsan, him jî mijarên ku rojane diqewimin çi civakî, siyasî û bîrdozî bi guhdaran re parvedike.

Bernameya Analîza Rojê heye têde çi bûyerên ku di rojê de qewimîne ji guhdaran re tê pêşkêş kirin. Bernameya siyasî, bîrdozî jî heye. Herwiha bernameya taybet girêdayî jin û siyasetê jî heye, ev şîrove dike ku rojane çi siyaset li ser jinê tê meşandin û li hemberî wê sekna jinê û têkoşîna wê li hemberî vê yekê. Her wiha bernameya taybet girêdayî jin û bîrdozî û cihê jinê di nava civakê de heye. Bernameya me ya pêşbirkê jî heye, kesên ku tevlî pêşbirkê dibin û bi ser dikevin diyariyê digrin. Bernameya zarokan, zarok têde cihê xwe digrin him staran û him jî çîrokan dibêjin. Di heman demê de bernameyên me yên ciwanan jî heye têde nêrîn, helwest, kar û xebatên ciwanan tê dayîn. Radiyoya Dirbêsiyê bû cihê perwerdeyê ji gelek kesên ku Ji 2016’an heya roja îro ku tevlî xebatê wê bûn. Ev radiyo ji bo wan bû wek dibistanekî, ji ber ku piraniya kesên ku cihê xwe di vir de digirtin niha cihê xwe di gelek kar û xebatên din yên ragihandinê  de digirin.”

Astengiyên kar û xebatên ku têne meşandin

Rîhan Hesen da zanîn ku tu astengiyên mezin bi wan re derneketine, ji ber ku ew û gelê dirbêsiyê yek destin û wiha got: “Hertim em ji bo rexne û pirsgirêkên wan re vekirîne loma rehetiyek li cem wan avabûye û hertim bi me re dibin alîkar. Tenê astengiya ku em dibînin ew jî di milê malpêra me de bû, ji ber ku dewleta Tirk hertim dixwest vexumandinê li ser pêla me bike. Ji ber ku bajarê Dirbêsiyê nêzî sînore. Ji sala 2016’an ve heya niha gelek pêlên weşana radyoyên me hatin girtin, ji ber ku dagirkeriya tirk naxwaze dengê rastî û heqîqetê bighêje gel. Raste em radiyoyeke xwecihî ne lê em hemû bûyerên ku li cîhanê diqewimin ji guhdaran re pêşkêş dikin. Di heman demê de di milê guhdarên me de hin astengî derdiketin ew jî ku pêla me dengê wê baş nedigiha wan, lê ev yek nebû pirsgirêk di pêşiya me de ku em dev ji karê xwe berdin. Vexumandina dijmin ji pêla me re tucarî nikarîbû israr û hêviya me qutbike. Radiyoya me netenê pêl e, di heman demê de malpêra me li ser enternêtê jî heye ji bo kesên ku li me guhdar dikin û tevlî bernamyên me dibin.”

Rêveberiya Radiyoya Dirbêsiyê FM Rîhan Hesen di dawiya axaftinên xwe de got: “Hêviya min ew e ku di demên pêş de em radiyoya dengê rastî û heqîqetê bêtir li pêş bixin. Pilansaziyên ku em dixwazin di dema pêş de bikin ew e ku di milê azadiya jin de hîn bêhtir xebatan bidin meşandin da ku jin bighêje azadiya xwe. Her wiha derfetê bidin herkesê ku dixwaze di riya radiyoya me re xwe perwerde bike.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.