Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Aboriya civakî li hemberî aboriya kapîtalîst alternatîf e’

01/12/2024
in JIN
A A
‘Aboriya civakî li hemberî aboriya kapîtalîst alternatîf e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Buroyên Koperatîfan Cîhan Alo anî ziman ku aboriya civakî li hemberî aboriya kapîtalîst ku xwe dispêre mêtîngeriya li ser keda civakê alternatîf e û destnîşan kir ku ew dixwqazin aboriyekê ku gel têra xwe bike pêş bixin.

Paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aboriya civakî ku civak ji bo xwe têra xwe bike weke alternatîfa aboriya kapîtalîst pêşniyar dike. KapîtalîzIm bi cezakirina mirovan û çêkirina şer û qeyranên aborî armanc dike ku qezenca herî bilind bi dest bixe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingehê aboriya civakî ye ku civak bikaribe pêdiviya xwe tê de peyda bike. Bi aboriya ku bi piranî bi koperatîfan tê organîzekirin, rêyek xweser a ku ne girêdayî çavkaniyên derve ye tê şopandin. Hevseroka Buroya Koperatîfan a Komîteya Aboriya Civakî ya Kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Alo xebatên wan nirxand.

Cîhan AlO diyar kir ku kapîtalîzIm, aborî nîn e, dijberî wê dijminê aboriyê ye û got ku kapîtalîzIm bihayên bazaran kontrol dike, yekdestdariyê ava dike û hewl dide berjewendiyan bi dest bixe. Cîhan Alo got ku ev pergal ne ya karkeran a xwediyên razemeniyan e, xwe dispêre berjewendiyên şexsî. Her wiha diyar kir ku kapîtalîzIm, bi krîzên aborî û xizaniyê berê civakê dide madiyatperestiyê.

Prensîbên xebata aboriya civakî

Cîhan Alo modêla aboriya civakî ya neteweya demokratîk weke; hevkariya aborî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê hilberînê dike pênase kir û got ku ev modêl di nava xwe de azadiya jinan dihewîne û xwedî armanca parastina hawîrdorê ye. Cîhan Alo got: “Dahata ji aboriyê bi awayê adil parve dike û piştgirî dide ku jin di hemû waran de bi awayê herî çalak bixebitin. Aboriya civakî, di bingeh de xwe dispêre xebata hevpar a mirovan û ji bo pêşerojê li ser riyên debarê planan çêdike.”

Rol û serkeftinên koperatîfan

Cîha Alo diyar kir ku koperatîf, bingeha aboriya civakî ya bi rêbazên demokratîk hatiye avakirin e, teşwîqê hilberîna ku zirarê nade derdor û xwezayê dike, piştgiriyê dide qadên weke perwerde, tendirustî û parastinê. Her wiha diyar kir ku di koperatîfan de li cihê belavkirina mehaneyan, li gorî rêjeya hilberînê û dahata mehane parvekirin çêdibe û got: “Di navbera projeyên mînak de; 146 firinên nan, aşekê ku 90 kes cihê xwe di nava hilberîna wê de digrin; dermanxaneya çandiniyê ya ku 60 kes têde beşdar bûne, depoyeke xurekê ya 24 beşdarên wê hene û projeyên weke xwdîkirina mirîşkan, ajalkarî, hilberîna alif hene. Di navbera planên me yên ji bo pêşerojê de jî koperatîfa kelûpelên avahiyan, cihê şûştina wesayîdan û dermanxaneya veterîner heye.”

Aboriya civakî alternatîfa li dijî kapîtalîzmê ye

Cîhan Alo, bal kişand ser aboriya civakî ya xwe dispêre koperatîfan, ku dawî li aboriya kapîtalîst aniye û ketiye pêşiya wê û wiha bi dawî kir: “Ev modêla aborî, derfet dide ku civak bi xwe aboriya xwe bi rêve bibe û bi saya vê yekê têrkirina xwe tê armanckirin. Aboriya civakî, yek ji rêbazên pejirandina modêla neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.” NÛ JINHA

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.