Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojîn Mûsa çîroka ‘Kenê Bi Girî’ îmze kir

30/11/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
Rojîn Mûsa çîroka ‘Kenê Bi Girî’ îmze kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Nivîskar Rojîn Mûsa çîroka xwe ya bi navê ‘Kenê Bi Girî’ bi amadebûna gelek rewşenbîran li Navenda HRRK’ê ya Bajarê Qamişlo îmze kir.

Çîroka Kenê Bi Girî, berhemeke jineke kurd a bi navê Rojîn Mûsa ye. Temenê nivîskar Rojîn Mûsa 29 sal e û ew ji Serêkaniyê ye, li gundê Şora ya girêdayî navçeya Zirganê ji dayîk bûye.

Çîroka Kenê Bi Girî, çîroka wê ya duyemîn e, ev berhem jî 17 çîrokan dihewîne nava xwe. Mijarên çîrokan cihêreng in, mînak; civakî, hestbarî, siyasî, dîrokî û hwd…

Li gorî Rojîn Mûsa, ew ji sala 2020’an ve dest bi nivîsandina çîroka xwe kiriye. Herwiha bi destekdayîna malbatê, hin mamosteyên xwe ev berhem amade kiriye û li çapxaneya Omo, çap kiriye.

Lewma jî bi şahiyekê li gel amadebûna hejmareke mezin ji rewşenbîran Çîroka Kenê Bi Girî, hat îmzekirin.

Berî ku şahî dest pê bike, hemû kesên amade birêzdarî rabûn ser piyan.

Piştî wê, bi navê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Salih Ebdo wiha axivî “Em weke Partiya Çep çapkirina pirtûka hevala xwe Rojîn pîroz dikin. Rojîn Mûsa jineke çalak e, ew nivîskar û gotarnivîs e, hem jî di warê çandî de dagirtî ye. Em ê ne tenê destekê bidin Rojîn Mihemed, lê em ê bi hemû nivîskarên xwe yên mîna Rojîn re alîkar bin.”

Di heman demê de, nivîskar Ebdilmecîd Xelef wisa got: “Min bi xwe ev pirtûk xwend û nirxand. Çîrokeke hêjayî xwendinê ye, ji ber ku wê bi terzê helbestî hin çîrok nivîsandine, ev yek jî behremendiyeke mezin jê re divê û ew dikarîbû berhemeke wiha amade bike. Di vê berhemê de zêdeyî 20 çîrokan hebû, lê 17 çîrok man, ev çîrokên mayî jî hêjaye ku were xwendin. Têbîniyên ku hatin kirin li ser vê pirtûkê nebûn cihê aciziyê lê belê Rojîn bi dilxweşî nirxandina me qebûl kir.”

Di berdewamiya şahiyê de Rojîn Mûsa wiha anî ser ziman: “Kêfxweşiya di dilê min de bi hevokan nayê pesnandin, lê hûn dikarin wê kêfxweşiyê di çavên min re bibînin. Destpêkê ez sipasdara malbata xwe me di serî de bavê min, malbatê ji zaroktiya min ve di hemû waran de bi taybet hêla nivîsê bûn destek. Hem jî spasiya HRRK’ê dikim ku derfet da ji bo li vî cihê taybet çîroka xwe lê îmzek bikim. Ez vê berhemê diyarî we dikim bi taybet diyarî dayîk û bavê xwe dikim.”

Pştî ku Rojîn Mûsa beşek ji çîroka xwe xwend, gelek çîrok hatin îmzekirin û bûn diyarî ji kesên amade re.

Rojîn Mûsa, li Zanîngeha Rojava, beşa Wêjeya Kurdî dixwîne û yekem çîroka xwe ya bi navê ‘Xewna Meha ‘10’ di 24’ê Sibata 2020’an de îmze kir.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.