Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Modela Rojava demokratîk û bedew e

01/06/2018
in ROJEV
A A
Modela Rojava demokratîk û bedew e
Share on FacebookShare on Twitter

Heyeta ji Elmanyayê ku parlamenter, akademîsyen û rojnamevan jî di nav de ne, li Rojava hevdîtinan dewam dike. Endamê heyetê derhêner û fîlmçêker Peter Ott got, “Li Rojava xwerêveberiya li ser bingeha nirxên demokratîk û wekheviya jin-mêr gelekî bedew û bi bandor e. Kêmasî timî tên çareserkirin, yanî modeleke ku timî xwe nû dike.”

Derhêner û fîlmçêker Peter Ott ku di nava heyeta ji 11 kesî de cih girt ku ji Elmanya çû Rojava got, “Berevajî hemû welatên Rojhilata Navîn gelekî girîng e ku li Rojava bertîl nîne. Modela civaka demokratîk a li Rojava bedew e.”
Heyetek ji Elmanyayê ku parlamenter, akademîsyen û rojnamevan jî di nav de ne, ji roja Duşemê ve li Rojava hevdîtinan dike. Heyeta ku li Qamişloyê bi rayedarên Kantona Cizîrê re rûniştin, piştî Kobanê berê xwe dan Amûdê û Minbicê.
Heyeta Elman wê hefteyekê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bimîne. Heyet dixwaze Efrîniyan jî bibîne ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li Kampa Penaberan a Şehbayê ne. Endamê heyetê derhêner û fîlmçêker Peter Ott got, ew li bendê ne ku ji bo Şehbayê destûr ji wan re bê dayin.
Ott li ser serdana heyetê û çavdêriyên xwe axivî û got, “Hêvîdar im wê rejîma Esad destûrê bide ji bo em derbasî herêma Şehbayê bibin.” Ott her wiha derhêner û senarîstê fîlmê bi navê “Das Milan-Protokol” e ku qala têkoşîna YPG/YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê dike. Fîlm destpêka vê salê li Elmanyayê kete vîzyonê.
Peter Ott got, “Bêguman ji bo ger û guhdarîkirina li tecrûbeyên li vê derê, hefteyek demeke kin e. Di vê demê de me tenê hin tecrûbeyên giştî girtin. Lê divê vê yekê bêjim; xwerêveberiya li ser bingeha nirxên demokratîk û wekheviya jin-mêr gelekî bedew û bi bandor e.
Ji ber du sedeman ez vê yekê dibêjim. Ya yekemîn; ev model li herêmekê tê avakirin û şer lê diqewime. Ya duyemîn; kêmasî timî tên çareserkirin, yanî modeleke ku timî xwe nû dike. Nuqteyeke din jî ew e ku berevajî hemû welatên Rojhilata Navîn, li vê derê bertîl nîne. Ez bûm heyranê vê yekê.”
Derhêner Ott diyar kir ku wî xwestiye, di demekê de ku sîstema kapîtalîst serdest e, modela jiyan û rêveberiya alternatîf a li Rojhilata Navîn bi çavên xwe bibîne û got, “Ev projeya dîrokî bala min dikişîne. Û gelekî kêfxweş im ku niha firsend bi destê min ketiye ku dibînim.”
Derhêner û fîlmçêker Ott destnîşan kir ku piştî vegeriya Elmanyayê wê tecrûbeyên xwe yên li Rojava bi çalakî, rê û rêbazên cuda vebêje û got, “Ez vê gerê weke lêgerîna li projeyên nû dibînim.” Peter Ott herî dawî diyar kir, gelek tişt hene ku entelektuelên li Elmanyayê dikarin ji Rojava hîn bibin.
Endamekî din ê heyetê, rêveberê Partiya Çep Jan van Aken jî du roj berê bi daxuyaniyekê bi bîr xistibû ku ew sala 2014’an jî hatibû serdana Rojava û di navbera rewşa wê wextê û ya îro de cudahiyeke mezin heye. Aken bal kişand ser bîrên petrolê yên dixebitin û pêşketina li qada çandiniyê û got, “divê Rojava hîn bêhtir bikeve rojeva Elmanyayê.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.