Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê ciwanên Rojhilat beşdarî gerîla bibin

01/06/2018
in ROJEV
A A
Divê ciwanên Rojhilat beşdarî gerîla bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Mazlûm Heftan diyar kir ku yek ji mijarên ku komploya li ser Ocalan têkbir, beşdarbûna keç û xortên Rojhilatê Kurdistanê ya nav refên gerîla bû.
Endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Mazlum Heftan di derbarê girîngî û xwedî derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî. Mazlum got; “Çawa ku gelê Kurd bi taybet jî gelê Rojhilatê Kurdistanê di sala 1999’an de xwedî li Rêber Apo derketin û daketin qadan divê carek din jî xwedî rêberê xwe derkevin û dest bi çalakiyan bikin.”
Mazlum Heftan di dewama axaftina xwe de balkişand ser giringiya fikrê Ocalan û wiha pêde çû; “Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û gelê azadîxwaz, fikir û felsefeya jiyana nû û civakek nû afirandiye. Rêberek rastiye û dîrokiye. Ev fikir û îdeolojiya wî kir ku jin, ciwan, pîr û zarok bi hevre dibêjin ‘Bê Rêber Apo jiyan nabe.’ Rêber Apo nûnerê rast yê modernîteya demokratike. Li dijî vê yekê çi li Kurdistan be, çi jî li derve be li dijî vê sîstemê dijmin hemû bûne yek. Ji bo vê divê hemû kesên xwedî fikrê azad, li hember siyaseta ku li ser Rêber Apo û gelê Kurd tê meşandin derbikevin û hişyarbin.”
Heftan behsa komploya navnetewî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan hat kirin jî kir û got; “Yek ji mijarên ku komploya li ser Ocalan têkbir, beşdarbûna keç û xortên Rojhilatê Kurdistanê ya nav refên gerîla bû. Di roja me ya îro de jî divê bi heman rihî li Rêber Apo xwedî bê derketin. Ez daxwazê ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikim da ku tevlî nava refên gerîla bibin.”
Endamê Desteya Rêveveber a KODAR’ê Mazlum Heftan di dawiyê de wiha got; “Çawa ku di sala 1999’an de ciwan, jin, pîr û zarok ji Çaldiran heya Rusya daketin qadan û piştgiriya Rêber Apo kirin, divê îro jî bi heman awayî piştevaniya Rêber Apo bikin. Ya ku dijminên Kurdan di sala 1999’an de nekarîn bikin, îro bi awayên cuda dixwazin bikin.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.