Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Lêlkan, Berwarî, Gever û Çelê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de bi giştî 26 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Lêlkan, Berwarî, Gever û Çelê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
LI LÊLKANÊ 19 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 29’ê Gulanê de li dijî artêşa dagirker a Tirk hin çalakî li dar xistine.
Saet di 10.00’an de hêzên me li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li Girê Lêlikan ê li herêma Sidekayê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me ji nêz ve ji 4 aliyan ve li çeperên dijmin dane. Li vê derê 6 çeper û stargeheke dijmin hatiye îmhakirin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 19 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di vê çalakiyê de rêhevalê me Şahan Tolhildan şehîd bûye yê ku bi qehremanî çûye ser çeperên dijmin.
LI GEVERÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Saet di 19.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Evliya ya Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.
LI BERWARÎ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de di 29’ê Gulanê de saet di 15.00’an de li dijî qereqola Osyanê ya Berwariya Sêrtê hin çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di van çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin.