Li gorî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rêveberiya Pyongyangê zêdeyî 100 hezar kes ji ber nêrîna xwe ya siyasî girtî ye.
Li gorî rêveberiya DYA; li girtîgehên Koreya Bakur ji 80 heta 120 hezarî, girtiyên siyasî hene.
Li gorî îdîaya ku xwe dispêre Rapora Azadiya Olî ya 2017’an a Wezareta Karên Derve ya DYA, gelek girtî ji ber baweriyên xwe yên olî hatine girtin.
Di raporê de hate îdîakirin ku rewşa li girtîgehên Koreya Bakur ‘tirsnak’ e û li ser şert û mercên girtîgehan agahiyeke zelal nîne.
Rêveberiya Pyongyangê herî dawî sê hefte berê sê welatiyên DYA berdabû. Kesekî ku par li Koreya Bakur hate berdan û vegeriya DYA, hate îdîakirin ku ji ber êşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.