Şervana Enternasyol ya MLKP’ Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Temûz) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe ya yekemîn de hate bîranîn.
Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dicle ya li kantona Kobanê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin.
Bi sedan şêniyên herêmê û şervanên MLKP‘ê di bîranînê de amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axafin bi navê YPJ‘ê Bêrîtan Kobanê, Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asya û Fermandara MLKP‘ê Şengul Doz ve hatin kirin.
Di axaftinan de têkoşîna Destan Temûz a li hemberî faşîzmê û piştgiriya gelên bindest hate vegotin, hate diyarkirin ku şehîd Destan di girtîgehên rêjîma Tirkiyê li hemberî zordariyê li ber xwe da, li çiyayê Kurdistanê jî têkoşînek meşand. Herî dawî li bajarê Reqayê li dijî terora DAIŞ bi qehremanî şer kir û tevlî kerwanên şehîdên azadiyê bû.
Axaftivanan soza şopandina xeta şehîdan dûbare kirin. Hevalên şehîd Destan çîçek li ser gora wê danîn.