Parlamenterê HDP’ê yê Erdexanê Dr. Taşkin Aktaş û aktivîsta TJA Ayla Akat Ata ku ji heman dozê dihatin darizandin, hatin berdan.
Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) û namzetê HDP’êyê Hilbijartina 24’ê Hezîranê Dr. Taşkin Aktaş û Aktîvista Ayla Akat Ata ku ji heman dozê tê darizandin hatin berdan. Danişîna doza Akat û Taşkin li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat dîtin. Akat û Aktaş ên bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz li wan hatibû vekirin. Aktaş û Ata û 3 kesên din ji doza dihatin darizandin hatin berdan.