Rojnameya Ronahî

Kurd çarenûsa xwe dinivîsin

Merhaba xwendevanên hêja. Pêşeroja me roniye û bi vê mabestê bila Ronahî li me hemûyan pîroz be. Ji îro pê de emê bi hev re bin. Di vê pêvajoya dîrokî de, emê fikr û ramanê xwe parve bikin. Bê gûman wê meşeya me ya azadiyê bi serkeve.
Gelê kurd li her qadên Rojhilata Navîn, li her parçeyek Kurdistanê li ser piya û di nav berxwedanek dîrokî deye. Dem û dewran ya kurdan e. Êrişên li hemberê Kurdan mezin û berfireh in, taluke zêde ne lê belê neyarên gelê kurd çi dikin bila bikin, nikarin vê meşa azadiyê rawestîn in. Gelê me li her derê bi rêxistin, bi hêzin, xwediyê birdoziyek xurt, jiyanek alternatîf in. Bê gûman baweriya me ya serkeftinê ji her demê mezintir e.
Çawa ku kurd dinamîka guherînê û jiyana nû ne, dewlet û pergalê heremên jî di ber vê bayê guherînê de ne. Sedemek van êrişan yên li hemberê kurdan jî ev e. Tirkiye jî yek ji van pergala ne û ew jî dixwaze bi êrişkariya li hemberê kurdan vê gûherînê bide sekinandin. Lê derket holê ku ev yek ne pêkan e. Bi dehan car hat dîtin ku zûlmkar dawiya dawî de bi zilma xwe têk diçin. Ev dewlet û hêzin ku îro êrişê gelê kurd dike, tengijîne, li ber sekaret û têkçûnê ne.
Ji ber vê yekê tifaqa AKP û MHP’ê ku li ser dijberiya kurd hatiye avakirin, neçar man ku hilbijartina hildin pêş. Ev hilbijartin ji bo wan meseleya man û nemanê ye. Xwestin ku hin Tirkiye têk neçûye, xwe xilas bikin. Lê êdî tu tişt nikare wan ji vê têkçûnê xilas bike. Têkçûna wan dê bi destê gelê kurd be. Gelê kurd di vê hilbijartinê de xwediyê rolekî dîrokiye. Helwesta gelê kurd di vê hilbijartinê de diyarkar e.
HDP jî di vê warê de him li têkoşîna gelê kurd xwedî derdikeve û him jî bi vê têkoşînê mezin dibe. Parastina maf û azadiyên kurdan sedema hebûna HDP’ê ye. Cûdahiya HDP’ê ji partiyên pergalê jî dînamîka kurd e. Ji ber vê yekê ev 4 salen dawî ne, HDP di bin êrişan de ye. Dixwazin ku HDP’ê ji kurdan dûr bixin, diwarên di navbera HDP û kurdan de bilind bikin. Dixwazin bi van êrişan rastî û realiteya HDP’ê biguhirîn in. Lê bi ser neketin û nakevîn jî. Niha jî qaşo HDP û gelê Kurd tûne dihesibinin. Wekî ku bi milyonan kurd û HDP’î li vê welatê tûnene tevdigerin. Ji aliyê din ve jî li qadên hilbijartinê soza ‘tunekirina HDP û Kurdan’ didin dengdaran. Ev rewşekî şizofrenîk e. Tifaqa şerxwaz riya xwe wendakiriye, nizane ka dê çê bike. Dest û piyên wan li hev geriyaye. Lewma bi sozdayina OHAL’ê derdikevin pêşberê gel, soza pêkutiyê didin gel! Le ew çiqas êriş bikin kurd û HDP ewqas bi hêz dibin.
Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hemû stratejiya xwe li ser astengkirina HDP’ê û kurdan avakirine. Dizanin ku HDP bi ser bikeve dê ew têk biçin. Gelê kurd vê rastiyê dizane û vê hilbijartinê ji bo hesab pirsîna hemû polîtikayên AKP’ê dibîne. Lewma li gel hemû tifaqên qirêj, dek û dolaban gelê kurd dê qedera van hilbijartinan diyar bikin. Gelê kurd bi diyarkirina qedera Tirkiyeyê dê qedera xwe jî diyar bike. Qedera gelan bi hev ve girêdayî ye. HDP navnîşana vê dengeya azadiya di navbera gelan ava dike. Meşa me ya azadiyê, serkeftina HDP’ê û gelê kurd ji niha ve pîroz be. Ji niha ve gelê kurd bi serketiye û 25’ê Haziranê jî dê bi serkeftina HDP’ê bibe

Tayip TEMEL