Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hovîtîya Tirk sînoran nas nake

31/05/2018
in ROJEV
A A
Hovîtîya Tirk sînoran nas nake
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagirkirin dest bi her awayî kirinên der mirovî û hovîtiyê kirin. Sivîlê Efrînî Xelîl Mihemed ku 67 rojan di destê artêşa Tirk de ma behsa hovîtiya wan kir.

Bi sedan EFrînî li girtîgehên Raiyê yên Ezazê têne girtin û êşkenceyên derveyî mirovane li wan tê kirin. Xelîl Mihmed ê sivîl ê Efrînî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wan vegot.
Dewleta Tirk û çeteyên wan li Efrînê malê gelê Efrînê talan kirin, bi sedan sivîl êşkence kirin û bi sedan jî gritin. Bi sedan sivîlên Efrînî yên ku hê jî hêsîr in, hê jî li girtîgehên Efrîn, Ezaz û Hatayê disekinin. Bi dehan jê agahî ji wan tine.
HER ROJ ÊŞKENCE LI ME KIRIN
Xelîl Mihemed jî piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan li ser gundê xwe ma. Dema ku dewleta Tirk û çeteyên wan gundê Balya yên Bilbilê dagir dikin, wî hêsîr digirin.
Xelîl Mimehed 16 rojan hêsîr hate girtin. Mihemed dibine girtîgeha Raîyê ya li Ezazê. Mihemed got bi sedan kes li Raîyê têne girtin û her roj êşkenceyê li wan dikin.
ÊŞKENCE LI ZAROKÊN 12-13 SALÎ DIKIN
Mihemed dibêje ew li ser gundê xwe maye, ji ber ku ixtiyar e û ji piyekî xwe kulek e û dibêje, dema ku dewlet Tirk û çeteyên wan hatine êşkence lê kirine, lêxistine û 16 rojan ew li girtîgehê hiştine, piştre ew birine girtîgeha mezin a li Ezazê, li wir êşkence lê kirine û wiha dewam kir: ‘’Li rûyê min dixistin, dev û diranên min şikandin, niha guhê min giran in. Ez nabihîsim. 200 qamçî li min dan. Ya min dîsa xem nake, zarokên 12-13 salî êşkence li wan jî kirin, elektrîk dane wan. Dîsa yên li xeribiyê (ji bo koçerên Efrînê tê gotin) tim êşkencê li wan dikin. Ev ne Kurd in jî, zilmê li wan dikin. Ava kelandî bi wan de dikin. Lê min bi çavê xwe dit, tiliyên du destan ên zarokekî venedibûn, şewitîbûn.’’
PÎSIYÊ DAVÊJIN SER MIROVÊN KAL
Mihemed diyar kir ku hin mirovên 80 salî hene, êşkence li wan dikin, pîsiya însanan davêjin ser wan, zarok hene, sivîl hene û tim êşkence li wan dikin.
Mihemed dibêje rojê tenê nanek didane 4 kesan, derfetên xweşuştinê nebûye, çixare nedida wan û her cure êşkenceya ku mirov bîra wê nebe bi wan dikirin.
Xelîl Mihemed ku 67 rojan li girtîhehê dimîne tê berdan. Mihemed dibêje li girtîgehê hemû biryar ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne dayin, ti mafê gotinê yê çeteyên girêdayî TIrk nîn e.
EM LI ARAZIYEKE BI MAYIN DANÎN
Mihemed dibêje piştî 67 rojan ew berdane, 31 kes kirine girtîgehê, qemyon hecicandine, û ew li araziyekê danîne.
Mihemed wiha dewam kir, “Em nedan OSO. Ji mere gotin, ‘ji araziyê biçin, bila OSO we nekuje’’. Çima OSO me bikuje? Em ji girtîgehê hatine û qeydên me hene. Lê armanca wan cuda bû. Dixwestin ku me bidin kuştin. OSO rêya me birî, li ser me geriyan. Me got, ‘em ji girtîgehê tên. Li ser me tiştek nebû.’’ Li me hemûyan sar bû OSO jî gote me ji araziye biçin. Armanca wan ew bû ku mayin bi me de biteqin.’’
Mihemed dibêje li wir hemû biryar û her tişt di dest dewleta Tirk de ye. Tiştek di dest OSO de tine, tenê wergera Erebî û Kurdî ji wan re dikin. Mihemed her wiha dibêje heke wê êşkence li hinan were kirin dewleta Tirk biryara vê dide û dibêje, ‘’biçin her tiştî bi wan bikin’’ û ew jî dkin.
Xelîl Mihemed herî dawî dibêje, ‘’Zilma li wir nayê gotin. Ew ne misilman in.
Li Efrînê 5 ji 100’î Kurd in. Piranî çete ne. Hemû diz in. Hemû titşên gel dizîn. Malên gel talan kirin, kargehên wan talan kirin, Wesayitên wan, hemû tiştên wan birin. Min bi çavê serê xwe dît.
Li Efînê ez li cem malbateke Kurd mam. Wan alîkarî da min. Piştre ez 14 rojan meşiyam, giham Til Rifatê.’’…ANF

Post Views: 74
ShareTweetPin

Herî Dawî

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.