Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nameyek ji Zanyar Muradî û Ramîn Hisên

31/05/2018
in ROJEV
A A
Nameyek ji Zanyar Muradî û Ramîn Hisên
Share on FacebookShare on Twitter

Zanyar Muradî û Ramîn Hisên Penahî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn bang li raya giştî kirin: “Em hêvîdarin ku çalakiyên parêzvanan bibine bingehê hişyarbûna raya giştî ya Îran û Kurdistanê li hemberî darvekirina siyasetmedarên li Kurdistanê.”
Şevê din girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî û Ramîn Hisên Penahî nameyek hevbeş a vekirî li girtîgeha Recahî Şarî ya bajarê Kerec û girtîgeha navendî ya bajarê Sine, ji bo raya giştî belav kirin.
Herdu girtiyên siyasî Zanyar Murad û Ramîn Hisên Penahî di peyama xwe de wiha ragihandin; “Tinekirina fîzîkî û darvekirina mirovan yek ji şêwazên herî kevin ên cezakirinê ku ji serdema kevin tê. Hikûmetên navendî yên dîroka Îranê ji destpêka şoreşa rewabûna Îranê (îhtimal hebû ku encama sîstemek demokratîk derkeve), darvekirin weke amêrek ji bo tinekirina kesayetên nerazî bikar tîne. Heya van demên dawiyê jî darvekirina Kurdek ji bo gelê Îranê bûyerek ne rewa nebûye. Ji ber ku Kurd timî ji aliyê dezgehên propagandayê yên hikûmeta Îranê ve, Kurd weke kesên serbûxwe û tundutûjî xwaz tên nîşandan.
Em weke du girtiyên siyasî yên cezayê darvekirinê xwarine, ne ku tenê li coxrafyek bi navê Kurdistanê, weke girtiyên siyasî ji bo Îraneke demokratîk têdikoşin. Em bang li parêzvanên mafê mirov dikin, li ser vî cezayê ne mirovane lêkolîn bikin, ji bo hikûmet nekare bi pişt dayîna dezgahên propagandaya xwe vê siyasetê berdewam bike.”
Di dawiya peyamê de wiha jî hate gotin; “Hêvî dikin ku çalakiyên parêzvanan bibine bingehê hişyarbûna raya giştî ya Îran û Kurdistanê li hemberî darvekirina siyasetmedarên li Kurdistanê. Hêvî dikin di demek nêzîk de li Îranê dewletek giringî bide azadî û demokrasiyê ava bibe, mafên gelên Îranê biparêze.”
Girtiyê siyasî yê Kurd Zanyar Muradî ji bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 2009’ê de hatiye girtin û sala 2011’ê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Zanyar niha li Girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec tê ragirtin.
Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî jî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Ramîn havîna par li bi birîndarî kete destê hêzên rejîma Îranê û bi mehan li Girtîgeha Îtlaatê hate êşkencekirin. Piştre şandin dadgehê û cezayê darvekirinê lê hate birîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.