Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo HDP’ê têk bibin seferber bûne

31/05/2018
in ROJEV
A A
Ji bo HDP’ê têk bibin seferber bûne
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajarê Tirkiyê Enqerê bi gel re civiya. Temellî bal kişand ku Desteya Bilind ya Hilbijartinê YSK jî di nav de hemû saziyên cemawerî ji bo HDP’ê têk bibin ketine nava seferberiyekê.
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên 24’ê Hezîranê dewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Enqerê bi gel re civiya. Temellî diyar kir ku HDP a dengê heqîqetê ye bi domdarî dengê xwe li her derê bilind dike û got: “Em bi hev re bi berxwedana rûmetê ya gelê Kurd, kedkarên Tirkiyê, bi têkoşîna yên li dijî şer, bi hev re benda li pêşiya aştiyê bûye asteng hilweşînin.” Temellî bibîr xist ku namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Demîrtaş bi awayekî bê hiqûqî tê ragirtin.
Temellî bal kişand ser berdana Demîrtaş û got: “Em li vir carekî din bang li YSK’yê dikin, li gorî rêziknameya xwe tevbigerin û bi lezgîn Demîrtaş berdin. Demîrtaş namzetê Tirkiyê ye. Namzetên HDP’ê jî namzetên Tirkiyê ne. HDP partiya Tirkiyê ye. Ji bo hilweşandina vê bendê û pêşiya demokrasiyê li Tirkyê bê vekirin em 24 saetan kar dikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bibîr xist ku hilbijartina 24’ê Hezîranê fersendeke û diyar kir ku YSK jî di nav de hemû saziyên cemawerî ji bo HDP’ê bixin bûne seferber. Temellî ji bo xwedîderketina li sindoq û dengan bang li erkdarên sindoq û muşahîdan kir û got: “Ji bo bûna erkdarên sindoqan, ji bo bûna muşahîd herî dawî 2 roj mane. Divê em van du rojan baş binirxiînin. Ji bo dengên me ne dizin. Divê her kes xwedî li dengê xwe derkeve. Em ê li gel hemû namzetên xwe, hemû teşkîlata xwe, pêkhate û saziyên li gel îtifaq pêk anî û gelê xwe, 24’ê Hezîranê benda hilbijartinê hilweşînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.