Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk bi darê zorê malbatên Ereb li Efrînê bi cih dike

29/05/2018
in ROJEV
A A
Dewleta Tirk bi darê zorê malbatên Ereb li Efrînê bi cih dike
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî ku dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirin bi sedhezaran Efrînî ne çar man ku ji Efrînê derkevin û li herêma Şehbayê bi cih bibin. Her gelek malbat jî di Efrînê de man û nikaribûn derkevin. Dewleta Tirk û çeteyên dest bi qirkirin û guhertina demografya li Efrînê kir. Ji herêmên cuda yên li Sûriyê malbat anîn li Efrînê bi cih kirin. Malbatên ku li Efrînê hatine bi cih kirin diyar kirin ku ew bi darê zorê anîne Efrînê.

Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagirkirin bi lez demografya herêmê diguherînin. Her wiha dizî, talan, revandin, kuştin û şewitandinê bê navber li Efrînê didomînin. Heta niha bi hezaran malbatên ji herêmên Sûriyê anîne li Efrînê bi cih kirine. Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan yê Sûriyê heta niha herî kêm 35 hezar Ereb li Efrînê hatine bicihkirin.

EM BI DARÊ ZORÊ  ANÎN EFRÎNÊ

Li gor nûçeya Ajansa Fransî AFP’ê Kesekî bi navê Umaima al-Şêx ku bixwe Erebekî ji Xutayê ye û vê gavê tevî malbata xwe li Efrînê bi cih bûye gotiye, “kes naxwaze di avahiyekî ku ne yê wî be de bijî, kes naxwaze ku amûrên ne yê wî bin bi kar bîne, em bixwe dixwazin ku li welatê xwe û di mala xwe de bijîn. Lê belê îro em mecbûr kirin ku em di malên hinekan de bijîn.”

Erebê bi navê Mehdi Haymur jî vê gavê li Efrînê dijî û serpêhatiya xwe wiha anî ziman: “Ez ji Xûtayê me, li Xûtayê em ji mal derxistin û anîn vir. Leşkerên Tirk me di malekî Efrînî de bi cih kirin, piştÎ demekê xwediyên malê hatin û em ji wir derketin vê gavê jî avahiyekî xerabe de dimînin. Mehdi Haymur got, “me ji warê me bi zorê dûrxistin anîn xistin malên hinekên din.”

EFRÎNÎ NIKARIN VEGERIN

Osman Xelîl ku welatiyê Efrînê ye, got, “ji Xûtayê gelek malbat hatin vir em bi hev re diaxivin, malbatên ji Xûtayê dikarin werin Efrînê lê malbatên ji Efrînê ne nikarin vegerin malê xwe. Vê gavê di mala xizmên min de kesên biyanî dijîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.