Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gerîlla dîsa lê da: 11 leşker hatin kuştin

29/05/2018
in NÛÇE
A A
Gerîlla dîsa lê da: 11 leşker hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Di çalakiyên gerîla yên hatin lidarxistin de 11 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîla yên xurt ên li Bakurê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk lidar xistin agahî parve kir:

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

LI ŞEMZÎNAN Û GEVERÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Agirî de, 26’ê Gulanê saet derdora 17:30’an li dijî leşkerên ku ewlekariya rêya li geliyê Şikêra ya li nêzî Qereqola Bêzelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê digirtin çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ji 2 baskan ve xurt hate lêxistin de, li gorî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê jî koma ku ji bo mudaxeleyê bi hewara leşkeran jî hate bûye hedefa hêzên me. Di encama lêdana xurt a li vir de jî bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

Hêzên me hemwext li dijî leşkerên ji bo rêya Girê Sîvîr dixebitîn jî çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ku makîneyên hêzên dijmin hate hedefkirin de, nehat zelalkirin bê ka çend leşker hatine kuştin an birîndarkirin.

Dîsa hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de, 26’ê Gulanê set 17:30’an li dijî leşkerên li Girê Şehîd Gafûr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi awayekî xurt çeperên dijmin hatine xistin û bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.

LI BERWARIYÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, 27’ê Gulanê saet 13:00’an li dijî leşkerên li girekî yê li devera Çemê Karê ya girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiya ku bi awayekî xurt li hêzên dijmin hate xistin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hêzên me dîsa di çarçoveya heman pêngavê de 26’ê Gulanê saet 19:00’an li dijî leşkerên li devera Deriyê Berana a dikeve Herêma Kato Marînos ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI KEMAH ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Dersimê ya Şehîd Oztan û Şehîd Roza de roja 24’ê Gulanê saet 11:00’an de li herêma Geliyê Dreşora Mezin a navçeya Kemah a Erzinganê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker çalakiya sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.

LI BERWARIYÊ OPERASYON BÊ ENCAM VEKIŞIYA

Roja 20’ê Gulanê artêca TC a dagirker li herêma Çemê Karê yê navçeya Berwarî ya Sêrtê operasyonek dabû destpêkirin. Di operasyonê de hêzên dagirker ku xebatên lêgerînê dabûn destpêkirin, bê ku encamekê bigire vekişiyan.

LI MAWA 3 LEŞKER MIRIN, 8 LEŞKER JÎ BIRÎNDAR BÛN

Roja 23’ê Gulanê artêşa TC a dagirker li herêm a Apê Mûsa ya navçeya Licê ya Amedê operasynoneke berfireh dabû destpêkirin. Li gelek gund û bajarokan qedexeya derketina derve hate îlankirin û hêzên me roja 24’ê Gulanê li herêma Mawa li dijî komeke leşkerên artêşa Tirk çalakiyek lidar xist. Ji nêz ve li çeperên dijmin hate xistin û di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin 8 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopterên kobra herêm bombebaran kir. Operasyona roja 26’ê Gulanê bêyî ku encam bigre paşve vekişiya.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.