Cenazeyê şervanê YPG’ê yê Spanyayî Kendal Ramon bi merasîmekê li Dêrikê hate veşartin.
Şervanê YPG’ê yê Spanyayî Ramon Maria Rull Linhof (Kendal Ramon) ku 13’ê Gulanê li gundê Baxoz ê Dêra Zorê şehîd bû, li ser wasiyeta wî li Rojava hate veşartin.
Gelê Dêrikê cenazeyê Kendal Ramon ji nexweşxaneya Şehîd Hogir rakir û bi konvoyek ji wesayitan bir Şehîdgeha Xebat Dêrik.
Cenazeyê Ramon li şehîdgehê bi merasîma leşkerî ya şervanên xweparastinê hate pêşwazîkirin.
Ji Tabûra Enternasyonalîstan a YPG’ê Heqî Nivîskar bi Îngilîzî axivî û qala têkoşîna Şehîd Kendal Ramon a li Rojava û Dêra Zorê kir. Nivîskar diyar kir ku Ramon ji nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikir û got, “Kendal Ramon ji bo rûmet û azadiya gelan û nirxên neteweya demokratîk biparêze ji Spanyayê hat.” Heqî Nivîskar destnîşan kir ku wê li ser şopa şehîdan bimeşin.
Cenazeyê Kendal Ramon li ber tilîlî û dirûşmeyan hate veşartin.