Şandeyek ji Elmanya bi armanca şopandina rewşa herêmê hat Rojava bûye. Şande ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê de hat pêşwazî kirin.
Şandeyek ku ji Perlemanterên Elman û Endamê Partiya Çep a Elmanya, her wiha hejmarek akademisyen pêk tê di Deriyê Sêmalka a di navbera Başûr û Rojava re derbasî Rojava bûn. Şande ji aliyê Cîgirê Serokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma cizîrê Fener El-Giêt û Seroka Desteya Jinan Emîna Umer ve hate pêşwazîkirin.
Şandeyê ji Sêmalka berê xwe dan Navenda Desteya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo, li vir jî Hevseroka Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Sîham Qiryo pêşwaziya şandeyê kir. Şande wê li rojava hin dan û standinan bike.