Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşpaziya YNK û PDK’ê li ser postê serokkomariyê

29/05/2018
in ROJEV
A A
Pêşpaziya YNK û PDK’ê li ser postê serokkomariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Xelasbûna dema postê Serokkomartiya Iraqê nêz dibe. YNK dibêje ji bo çar salên bên ev post mafê wane û PDK jî hîna ev qebûl nekiriye.
Di 30’ê Gulanê de dema Serokkomartiya Iraqê wê bi dawî bibe. Çavê aliyên siyasî jî li ser vî postî ye û dixwazin namzetê xwe ji bo serokkomariyê nîşan bidin. Bi taybetî YNK û PDK her yek xwedî fikrên cûdaye li ser postê serokkomariyê.
Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre li polîtburoya YNK’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û der barê postê serokkomartiyê de wiha got; “Em hewl didin ku ev post ji bo Kurdan be. Di nava Kurdan de jî ji bo YNK’ê be. Di vê çarçoveyê de deriyê YNK’ê ji bo guftûgoya li gel tevahî aliyên siyasî vekiriye.”
Berdevkê PDK’ê yê Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen jî li ser heman mijarê wiha got; “Ewa ku YNK’ê gotiye, nêrîna berdevk an jî YNK’ê ye. Belê bi şêweyek pratîkî biryar nehatiye dayîn ku ev post ji bo YNK’ê be.”
Eta Şêx Hesen wiha dewam kir; “Yasaya hilbijartinê wisa ye ku hêza biser ketiye, postên jor bigire. Li Iraqê PDK hêza serketiye. Ji ber ku ger hevpeymanên Nasir, Saîron, Fetih û hevpeymanên din bên hilweşandin, wê demê li Iraqê ti hêzek siyasî bi qasî PDK’ê kursî bidest nexistiye.”
Piştî rûxandina rejîma Baasê, postê Serokkomariya Iraqê di hersê demên borî de ji bo Kurdan bû. Her sê caran jî destê YNK’ê de bû. Du deman Celal Talebanî û dema sêyem jî yanî niha Fûad Mehsûm e…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.