Rojnameya Ronahî

Li “herêmên bêçek” şer dijwar dibe

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam êrîşî nuqteyên rejîmê yên li herêmên qaşo bêçek kir. Her wiha hêzên rejîmê jî êrîşên xwe li dijî van herêman zêde kirin.

Di saetên berbangê de çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) êrîşeke dijwar li dijî benda kontrolê ya Asar a girêdayî hêzên rejîmê ya ku dikeve rojhilatê bajarokê Kelha Medîqa ya bejahiya Hemayê pêk anî. Di encamê de şerekî giran di navbera her du aliyan de rû da.

Di encama şerê di navbera her du aliyan de, herî kêm 8 kuştî ji hêzên rejîmê û 3 kuştî jî ji çeteyên Tehrîr El-Şam çêbûn.

Piştî êrîşa çeteyan, hêzên rejîmê êrîşeke tund li dijî Kelha Medîq a Sehil El-Xab û gundê Sehriyê yê çiyayê Şehşebo pêk anî. Li aliyekî din jî balafirên şer ên Rûsyayê nîvê şevê din topbaran li deverên derdora gundê Qore yê çiyayê Şehşebo pêk anî ku ji duh ve cara çaremîn e tê bombebarankirin.