Rojnameya Ronahî

Xeyalên şehîdan pêk hatin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li ser têkçûna DAIŞ`ê ji aliyê QSD’ê de, li Goistana Şehîdan ya Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger de bi dehan ciwan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şervanên YPG û YPJ`ê amade bûn. Daxuyanî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Dewran Xelîl ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di destpêkê de em serketinên hêzên QSD, YPG, YPJ`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ji rêberê gelan rêber Apo û hemû gelên herêma re pîroz dikin. Em bawer dikin ku xilaskirina çeteyên hov û reş wê ji bo cîhanê bibe hêviyeke mezin a azadiyê.

Ev serkeftin, serkeftina şehîdên ku bûn ronahî û taritî parçe kirine. Em ê tu carî dilsoziya wan, bawerî û hêviyê wan ji bîr nakin.

Pekrewan û lehengên gelê Kurd û gelên herêmê bûn sedema ku tevahî gelên herêmê werin gel hev û hêviya bi hev re em dikarin jiyana bikin ava kirina. Ev bûn mîsogeriya paradigmaya netewa demokratîk a rêvberê Apo. Bi saya van şehîdan êdî tu hêz nikare êrîşê van axan bike. Ev şehîd di heman demê de ji bo me bûna ferman ku em axa Efrîn rizgar bikin.

Em wek Tevger Ciwanên Şoreşger ên Kobanê ji bajarê Berxwedanê carekî din diyar dikin ku em ê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin. Em ê jî weke wan tu carî gav paş ve navêjin û her cura dijmîn ji van axan biqewtînin.