Dilîn EHMED
Rêvebera Saziya Minhacan Xelat Silêman diyar kir ku ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên dibistanan yên materyalan, Saziya Minhacan hat avakirin.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re di warê perwerdeyê de xebat hatin destpêkirin û gavên girîng hatin avêtin. Ji ber ku li Sûriyê sîstema perwerdeyê nijadperest bû bi yek zimanî bû. Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê gelek sazî hatin avakirin yek ji van saziyan jî, Saziya Minhacan bû. Saziya Mihacan di sala 2014’an de li Amûdê hat vekirin. Saziya Mihacan bi sê zimanan (Kurdî, Erebî û Suryanî) materyalan amade dike. Di saziyê de biranşên weke bîrkarî, felsefe, dîrok, zanyarî, fîzîk, erdnîgarî, civak-jiyan û hwd, tên amadekirin. Her wiha Saziya Minhacan ji bo refên dibistanan pirtûkan amade dike.
Derbarê mijarê de Rêvebera Saziya Minhacan Xelat Silêman diyar kir ku ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên dibistanan di warê materyalan de kar û xebat têne kirin û got, “Ji bo hazirkirina materyalan demek dirêj tê xwestin, di saziyê de komîteyên cûr be cûr hene û her komîteyek ji çar kesen pêk tê. Komîteyên amadekarên pirtûkan yê her sê zimanan Kurdî, Erebî û Suryanî her demekê ji bo komkirina agahiyan civînekê li dar dixînin, ji ber ku planên hazirkirina pirtûkan weke hevin lê her komîteyek li gorî ziman û çanda xwe dinivîsîne, ji ber ku li Rojava her netewek bi zimanê xwe tê perwerdekirin. Ji ber ku gelek caran têbinîyên malbat û mamosteyan li ser pirtûkan hene, beriya ku pirtûk werin çapkirin, komîteya çavdêr ji hemû aliyan de şopandina pirtûkan dike, wekî agahiyan, rengê wêneyan, nivîsandin û hwd.. da ku şaşitî werin sererastkirin.”
DI PERWERDEKIRINA ZAROKAN DE WEKHEVÎ
Xelat di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jin û mêr di amadekirina pirtûkan de û wiha dewam kir, “Di hazirkirina pirtûkan de şert û mercên me yên bingehîn hene. Divê di her sê zimanan de tu cûdahî nekeve navbera jin û mêran û ne jî mijarek nijadperst bê nivîsandin. Despêka ku me dest bi hazirkirina minhacan kir, komîteya hazirkirina pirtûkan li ser hemû minhacên dewletên pêşketî lêkolîn kirin, da ku kêmasiyên minhacan bibînin, piştre komîte dest bi hazirkirina pirtûkên refê seretayî kirin û piştre yê navîn û niha em ji bo refên amadeyî haziriyên xwe dikin.”
JI BO PARASTINA ZAROKAN NÎQAŞ HAT KIRIN
Xelat wiha axaftina xwe berdewam kir, “Ji bo ku zerar negihêje zarokan me bi bijîjkên derûnî yên zarokan re nîqaş kir û nerînên wan derbarê minhacan de girtin. Ji bo tevlîbûna mamosteyên di saziya minhacan de, divê bawernameya zanîngehê girtibe û tecrûbeyên wî/wê di milê minhacan de hebin, ji bo ku minhacek pêşketî di nav civakê de were belavkirin.”
PÊŞKETINA WELAT BI PÊŞKETINA ZIMAN RE YE
Rêvebera Saziya Minhacan Xelat Silêman di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji nifşên nû kir ku girîngîyê bidin perwerdeya bi zimanê xwe û got, “Ji bo welatek pêşketî kar û xebat ji nifşên nû tê xwestin, ji ber ku pêşketina ziman pêşketina welate.”