Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê pêşbirka wêjeyî wê li dar keve

01/03/2019
in ÇAND Û HUNER
A A
Li Şehbayê pêşbirka wêjeyî wê li dar keve
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê bi dirûşmeya, “ciwanên afrîner misogeriya pêşeroja berkdar in” wê di meha adarê de li Şehbayê “pêşbirka wêjeyî ya Şehîd Gerzan a ciwanan” li dar bixe. Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Usama Ehmed diyar kir ku ew amadekariyên pêşbirkê dikin û got, “bi van pêşbirkan em hewl didin xebatên wêjeyî di nava ciwanan de pêşbixin.”

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê bi desteka Desteya Ciwanan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-D di bin silogana “ciwanên afrîner misogeriya pêşeroja berkdar in” pêşbirka wêjeyî ya Şehîd Gerzan a ciwanan organîze dike. Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Usama Ehmed girêdayî mijarê got: Ji ber ku ciwan yapiya pêşerojê ne, em hewl didin bi çalakiyên wêjeyî xebatên pênûsê nav ciwanan de pêş bixin.
ÇALAKIYA WÊJEYÎ CIWANAN ZINDÎ DIHÊLE
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Usama Ehmed derbarê organîzekirin, armanc û mercên pêşbirkê de got: Ciwan xwedî enerjiya herikbar in. Ta ku rast biherikin pêwîste em riyên wan sererast bikin û derfeta pêşkêş bikin. Bi çalakiyên wêjeyî ciwan dikarin xeyalên xwe zindî bihêlin û hêviyên xwe pêk bînin. Ehmed girîngiya çalakiyê wiha vegot: Piştî hatina Şehbayê me dît ku jimara ciwanên behremend zêde dibe. Heya ku ciwan bi şêwazên zanistî û profesyonel bên avakirin û nivîskarên ku karibin rastiya xwe û civakê vebêjin bê afirandin, lidarxistina çalakiyên wêjeyî riya herî rast e.
KEDA CIWANAN BÊ ENCAM NAMÎNE
Ehmed di dewama axaftina xwe de armancên pêşbirkê rêzkirin û ev tişt anî ziman: Çalakiya wêjeyî wê ji ciwanan re bibe lêvegerek hizirîn û moraldayînê. Armanca me ya sereke ew e ku em bi riya pêşbirkê behremendiya ciwanan ji nêz ve nas bikin û desteka pêwîst bidin. Girînge ciwan zanibin keda ku didin bê encam namîne. Ji bo piştgiriya pênûsên nûciwan em ê hewcedarî û desteka lazim bidin ciwanan. Ehmed tekez dike: Pêşbirk stratejiyek rewşenbîrên Efrînê ye.
PÊŞBIRK BI HEMÛ ZIMANAN E
Ehmed di derheqê mercên pêşbirkê de jî ev agahî dan: Pêwîste ciwanên derbasî pêşbirkê dibin navbera 13 û 27 salî de bin. Em hemû pênûsên baş derdora van temenan de jî qebûl dikin. Pêşbirk bi herdu zimanên Erebî û Kurdî ye. Ger zimanên din jî hebin em dipejirînin. Ehmed dibêje: Meheke em di nav amadekariyan de ne. Heya ku em derfetê bidin jimarek zêde me roja dawî ya girtina berheman diyar nekiriye. Ji bo destnîşankirina madeyên beşdarî pêşbirkê dibin wê komîteya nirxandinê ya ku ji her sê saziyên organîzator pêk tê biryar bide. Berhemên bên erêkirin fermî beşdarî pêşbirkê dibin. Beşên pêşbirkê jî wiha ne: şano, helbest, gotar, çîrok, bexşene û kurte çîrok in. Ji bo her beşeke wêjeyî hinek pîvanên nirxandinê hene. Merca sereke ew e ku ne li dijî nirxên civakî be.
KESÊN SERKEFTÎ DIBIN ENDAMÊN YRE
Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: Heya niha bi qasî 30 madeyên wêjeyê gihane ber destên komîteya nirxandinê. Pêwîste bi kêmanî ji her cureyeke wêjeyî 3 made hebin. Eger jimar kêm be ew beş nakeve pêşbirkê. Derbarê komîteya nirxandinê de jî Ehmed got: Endamên komîteyê pisporên zimên, nivîskar û rexnevanên xwedî ezmûn in. Wê di encama pêşbirkê de ji her beşeke wêjeyî kesek bi ser keve. Ew jî wê dîrek bibin endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê û wê derbasî nava perwerdeyên wêjeyî bibin. Çapkirina berhema yekemîn jî em li ser xwe digirin. Mafê çapkirin û belavkariya berhemên beşdarî pêşbirkê dibin, yekîtî diparêze.
PÊŞBIRK WÊ SALANE BE
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê di dawiya de got: Me palan kiriye ku pêşbirka wêjeyî ya Şehîd Gerzan a ciwanan salane be. Hemû kesên beşdarî pêşbirkê dibin bawernameya başdarbûnê digirin. Kesên bi ser dikevin jî tên xelatkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.