Rojnameya Ronahî

Bila dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê bê bidawîkirin

Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku jinan li Efrînê gelek zehmetî ji kiryarên mîna kuştin, koçberî û destdirêjiyê yên dagirkeriyê dîtinû ji civaka navneteweyî xwest ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji Sûriyê derkeve.

20’ê Çile salvegera yekemîn a destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser kantona Efrînê ye. Der barê mijarê de Meclisa Jinên Sûriyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku jinan li Efrînê gelek zehmetî dîtin û jin rastî kuştin, revandin, destdirêjî, koçberî û talanê hatin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker hemû zagonên navneteweyî, peyman û soz binpê kirin û çekên qedexekirî di êrîşên xwe yên li dijî Efrînê de bi kar anî.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin hate gotin ku Tirkiyê noqteyên çavdêriyê li Idlibê heta gundên Hemayê danîn û dest bi gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Meclisê da zanîn ku jinan li Efrînê gelek zehmetî dîtin û rastî kuştin, revandin, destdirêjî, koçberî û talanê hatin.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî û saziyên wê xwest ku alîkariya gelê Sûriyê bikin û sînorekî ji gefên Tirkiyê re deynin û zextê lê bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve.